• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gundewarê Helebê serçeteyek hat kuştin

    Li gundewarê Helebê serçeteyek hat kuştin

    Rejîma Îranê xwepêşanderan înfaz dike

    Rejîma Îranê xwepêşanderan înfaz dike

    Li Îranê gel bi girseyeke mezin cenazeyan defin dike

    Li Îranê gel bi girseyeke mezin cenazeyan defin dike

    Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Ancax bi modela Rojava aştî pêk were

    Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Ancax bi modela Rojava aştî pêk were

    Li Bedlîs û Geverê ji bo Rojava çalakî

    Li Bedlîs û Geverê ji bo Rojava çalakî

    Nûçegihanê me Oruç bi lêdanê hat binçavkirin

    Dema binçavkirina nûçegihanê me Orûç dîsa hat dirêjkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li gundewarê Helebê serçeteyek hat kuştin

    Li gundewarê Helebê serçeteyek hat kuştin

    Rejîma Îranê xwepêşanderan înfaz dike

    Rejîma Îranê xwepêşanderan înfaz dike

    Li Îranê gel bi girseyeke mezin cenazeyan defin dike

    Li Îranê gel bi girseyeke mezin cenazeyan defin dike

    Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Ancax bi modela Rojava aştî pêk were

    Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Ancax bi modela Rojava aştî pêk were

    Li Bedlîs û Geverê ji bo Rojava çalakî

    Li Bedlîs û Geverê ji bo Rojava çalakî

    Nûçegihanê me Oruç bi lêdanê hat binçavkirin

    Dema binçavkirina nûçegihanê me Orûç dîsa hat dirêjkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 12:57
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

 

Amed – Forûma Avê ya Mezopotamyayê di roja duyemîn de bi kargehan didome. Di kargehan de girîngiya çemên Dîcle û Firatê, çareseriyên demokratîk û ekolojîk ên ji bo krîza avê û rola rêveberiyên herêmî hatin nîqaşkirin.

Forûma Avê ya Mezopotamyayê ku ji bo parastina çavkaniyên avê yên Mezopotamyayê, misogerkirina edaleta ekolojîk û parastina mafên gel ên li ser avê tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê berdewam dike. Di roja duyemîn a forûmê de bi beşdariya gelek mêvanên navneteweyî, çalakvanên jîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kargehên bi sernavên “Av, Aştî û Azadî”, “Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê” û “Dîplomasiya Avê ya Gel” hatin lidarxistin.

Kargeha bi sernavê “Av, Aştî û Azadî” li ser girîngiya çandî û dîrokî ya çemên sereke yên Mezopotamyayê Dîcle û Firatê, potansiyela wan lokomotîfî ya ji bo aştiyê û edaleta ekolojîk û civakî di navbera welatên herêmê de bi çi awayî dikare bê çêkirin, hat sekinandin. Her wiha li ser nêzîkatiya jinan a li hember vê mijarê û beşdariya civakê di vê pêvajoyê de jî hat sekinandin. Kargeha ji hêla Prof. Dr. Beyza Ustun, Yasin Duman û James Bogue ve hat birêvebirin.

Kargeh bi sernavê “Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê li Mezopotamyayê” li ser sedemên krîza avê ya herêmê û çareseriyên demokratîk-ekolojîk sekinî. Resul Almastaş, Derya Akyol û Anna Bachman kargehê bi rê ve birin.

Kargeh bi sernavê “Dîplomasiya Avê ya Gel” li ser pêwîstiya tevger û hikûmetên herêmî ji bo pêşxistina çareseriyên beşdar û li ser bingeha herêmî di dîplomasiya avê de, li şûna ku xwe bispêrin peymanên dewletê yên dûrxistinê, sekinî. Kargeh ji hêla İsmaeel Dawood, Jenniver Sehring û Çilem Aydin ve hat birêvebirin.

Di kargehan de, li ser mijarên curbicur, di nav wan de mafê av û jiyanê, av û bîra çandî, aştî û ewlehî, tenduristiya civakê, guherîna avhewayê, rêveberiya avê ya ekolojîk û demokratîk, parvekirina avê ya navbera dewletan, qanûn, aktorên dîplomatîk, rolên hikûmetên herêmî û rêxistinên jîngehê di dîplomasiyê de, nêrîn hatin parvekirin. Beşdaran di çarçoveya mafê av û jiyanê de bi rêya sohbet, pêşkêşkirin û xebata komî li ser pirsgirêkên ekolojîk û çareseriyên dîplomatîk nîqaş kirin.

Etîket: Çand AmedForuma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemînKargehRoja duyemîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

31 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

8 KANÛN 2025
‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

8 KANÛN 2025
Leyla Zana: Dîroka jinan dîroka vejînê ye

Leyla Zana: Dîroka jinan dîroka vejînê ye

21 MIJDAR 2025
Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna Kurdî sibê dest pê dike

Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna Kurdî sibê dest pê dike

21 MIJDAR 2025
Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin

Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin

18 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (575)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne