Fransa û Almanya Koma Rêberiya Nukleerî ya asta bilind ava kir. Ev gav ji bo pêşxistina ewlehiya Ewropa pêk hat.
Fransa û Almanya, piştî daxuyaniya serokê Fransayê Emmanuel Macron a li ser zêdekirina çekên nukleerî û xurtkirina hevkariya nukleerî bi welatên Ewropayê re ji bo beşdarbûna parastina parzemînê, îro ragihand ku “Koma Rêberiya Nukleerî” ava kir.
Di daxuyaniyeke hevbeş de wiha hat gotin, “Fransa û Almanya Koma Rêberiya Nukleerî ya asta bilind ava kirine,” diyar kir ku ev birêkûpêkî “temamker e û ne şûna ragirtina nukleerî ya NATOyê ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du dewletan li hev kir ku gavên pêşîn ên pratîkî ji destpêka îsal ve bigirin, weke beşdarbûna klasîkî ya Almanyayê di manevrayên nukleerî yên Fransayî de, organîzekirina serdanên hevbeş ji bo cihên stratejîk, ligel pêşxistina kapasîteyên klasîkî bi hevkariya şirîkên Ewropayî.













