Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên aşkera kir ku Hewlêr li rastî êrişên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî.
Di peywendiya telefonê de Fûad Husên aşkera kir ku Hewlêr û deverên din ên Iraqê bi êrişên dijwar re rûbirû mane û tenê Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 drone û mûşekan ve hatiye hedefgirtin.
Her wiha li beramberî gotinên wî, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî aşkera kir ku welatê wan bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.













