Jinan dikandar û gelê Cizîrê vexwendin 1emîn Mîhrîcana Govendê ya Jinê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê şaredarî û Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ve sibe bi şîara, ‘Em bernadin vê govendê’ 1emîn Mîhrîcana Govendê ya Jinan tê lidarxistin. Jinên ku li avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bûyîn bi dahol û zirneyan li Kuçeya Orhan Dogan gel û dikandar vexwendin mîhrîcanê. Beriya jin û hunermend govendê û dengbêj derbasî Kuçeya Orhan Dogan bibin li Xaçerêya Cizîrê govend gerandin. Li vir Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç bang li jinên Cizîrê kir ku sibe bi rengê xwe tevlî mîhrîcanê bibin.
Bernameya Mîhrîcana Govendê ya Jinê wiha ye: 1emîn Mîhrîcana Govendê ya Jinê sibe bi panela, ‘Girîngiya govendê û di dîroka govendê de rola jinê’ saet 14.00an destpê dike. Piştî panelê mîhrîcan wê saet 19.00an bi govendên 7 herêman berdewam bike û mîhrîcan ê saet 21.00an bi Dîwana Dengbêjên Jin ya li Qada Agirkujiyê bi dawî bibe.