Roja înê bi dirûşmeya ‘Yekdengiya Kurdan’ ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên rojavayê Kurdistanê dê li seranserê başûrê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.
Di çarçoveya berdewamkirina helwesta netewî a piştgiriya ji bo berxwedana rojavayê Kurdistanê, dê 30ê çileyê roja înê li seranserê başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.
Ev biryar jî di demekê de ye ku duh li Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojava çendîn çalakiyên hunerî û werzîşî hatin lidarxistin.
Hemû amadekarî ji bo beşdarbûna xwepêşandan û çalakiyên girseyî yên roja înê yên bi armanca piştgiriya rojavayê Kurdistanê hatine kirin.
Li gor biryara organîzerên çalakiyên girseyî, wê roja Înê di saet 14:00an de li hemû deverên başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan were kirin.













