• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Kurd qadan terk nake: Li dehan qadan bi deh hezaran meşiyan

Navenda Nûçeyan / AW

31 ÇILE 2026 - 09:42
Kategorî: ROJANE
A A
Li dehan bajarên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Di meş û axaftinan de hate daxuyandin ku gelê Kurd dest ji mafê xweseriyê û xwerêvebirinê bernade.

Tevî agirbest û peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de gelê Kurd asta têkoşînê bilind dike. Çalakiyên piştgiriyê yên Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan ên ji bo Rojava, bê navber berdewam dikin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî, li bajarên Swîsreyê yên wekî Zurich, Neuchâtel, Lozan, Cenevre, Baden, Basel, Viyana û St. Gallenê Kurdistanî daketin kolanan û çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava pêk anîn.

Basel

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, ji aliyê Kurdistaniyan, enternasyonalîstên Swîsreyî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ve li qada Claraplatzê meşek hate organîzekirin. Girseya gel di dema meşê de diruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Bijî YPJ, bijî YPG”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin Jiyan Azadi” û “Bijî serok Apo” qêriyan. Encu diyar kir ku peymana îro jî di encama berxwedana gelê Kurd û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê de derketiye holê û destnîşan kir ku divê biryardariya çalakî û berxwedanê berdewam bike.

Zurîh

Xwepêşandana Kurdistanî û dostên wan a li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê (Hauptbahnhof) ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan derdora îstasyona trênê bi bariyeran dorpêç kir û nehişt ku Kurdistanî û dostên wan xwepêşandana ji bo hevgirtina bi Rojava re li dar bixin girt. Polîsan Kurdistaniyên hatin ber îstasyonê asteng kirin û du kesên ku alên Rojava hildigirtin hatin binçavkirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan ew serbest hatin berdan. Tevî hemû astengiyan jî, Kurdistanî û dostên wan li derveyî îstasyona trênê kom bûn û çalakiyên xwe yên hevgirtinê bi Rojava re berdewam kirin.

Neuchatel

Kurdistaniyên li Neuchatel a Swîsreyê, ligel partiyên siyasî yên Swîsreyê û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, xwepêşandan li dar xistin. Girseya ku di bin banê “Defend Rojava” de kom bûn, ji navenda bajarê Neuchatelê meşiya. Meşa ku li Qada Pury dest pê kir, bi dirûşmeyan êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedan û têkoşîn ne tenê gelê Kurd, hemû mirovahiyê ji barbariya DAÎŞ’ê diparêze. Di xwepêşandanê de bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin û daxwaza mezinkirina hevgirtinê bi gelê Rojava re hat kirin. Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Cenevre

Ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Sema Yuce danezan hatin belavkirin. Jinan li kampusa Zanîngeha Cenevreyê, piiştre jî li kolana Bel-Air danezanên têkildarî êrîşên li ser Rojava belav kirin. Komuna Jinan a Sema Yuce ya Cenevreyê, têkildarî tiştên ku li Rojava diqewimin, li kampusa Zanîngeha Cenevreyê bi sedan danezan belav kir û agahî dan. Jinan piştre li Kolana bel- Air ku kolana herî qelebalix ê Cenevreyê ye, belavok belav kirin û bi axaftinên kurt, banga piştevaniyê kirin.

Baden

Li bajarê Baden ê girêdayî Kantona Aargau yê Swîsreyê, bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî, li pêşiya stasyona Trenê ya Badenê (Bahnhof) meş hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Mala Kurdan û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aarauyê hate lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî tevlî meşê bûn û tevgerên şoreşger ên enternasyonalîst piştgirî dan. Girseyê pankarta, “Bi hev re serhildan“, “Dawî li qirkirina li Rojava bînin” vekirin û posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Girseyê timî dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan, Azadî” berz kirin. Di dema meşê de welatiyên li derdor bi nîşaneya serkeftinê û çepilan piştgirî dan girseyê. Her wiha welatî bi danezanên Elmanî hatin agahdarkirin. Girseyê ku li nava bajêr meşiyan, li pêşiya stasyonê dawî li çalakiya xwe anîn.

ST. Gallen

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê jî çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava hatin lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê daketin qadan, êrîşên li ser Rojava protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li Kornhausplatzê hatin ba hev, li vir daxuyanî dan. Li ser navê TEV-ÇANDê Kawa Urmiye axivî. Urmiye diyar kir ku çalakiyên ku li Ewropayê dewam dikin, girîng in û wiha got, “Çalakiyên gelê Kurd pêvajoyê berevajî kirin. Em ê çalakiyên xwe heta ku encamê bigirin, bidomînin.” Girseyê piştî xwendina metna çapemeniyê, demeke dirêj li qadê man û bi dirûşmeyan piştevanî dan Rojava. Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Viyana

Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Kesk a Avusturyayê Heidi Sequenz mafê axavtinê girt. Sequenz got ku ew ê ji bo Rojava her tiştê ku ji destê wê tê bike û bal kişand ser girîngiya piştgiriya navnetewî. Wê ragihand ku demek berê bi Hevseroka Dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed re bi Zoomê civîneke kirine. Sequenz diyar kir ku protesto û çalakiyên li çar aliyên cîhanê piştevaniya ji Rojava re xuya dike. Û bal kişand ku ev piştevanî bi taybetî di danûstandinên navnetewî yên bi DYA û dewletên din re bandor dike. Endamê Konseya Netewî Paul Stich, jî bal kişand ser rewabûna rêveberiya xweser a demokratîk li Rojava. Piştî axaftinan, Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeyên “Gelê Kurd yek e” ber bi Mala Yekîtiya Ewropayê (Haus der Europäischen Union) ve meşiyan.

 

Etîket: EwropaHSDKurdistanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

24 ADAR 2026
Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

24 ADAR 2026
Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

21 ADAR 2026
Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1128)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne