Gelê Rojava li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li ser herêma Rêveberiya Xweser, bi pêşengên xwe re di nobede de ne. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed Hevserokên PYDê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso jî bi çekên xwe di nobede de ne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê bang li seferberiyê kir. Li ser banga Rêveberiya xweser çar aliyên Kurdistanê welatî daketin qadan û berê xwe dan sînorê Rojavayê Kurdistanê. Li derveyî welat jî Kurdistanî li qadan bertekan nîşanî êrişan didin û piştgiriya berxwedana Rojava dikin. Gelê Rojava jî li dijî êrişan di nobede de ne. Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv û Xerîb Hiso jî bi çekên xwe tevlî nobede bûn.













