Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da satirên axî yên ku hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist.
Li gorî nûçeya ANHAyê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina dorpêçê û girtina rêyên li ser herdu taxan, xwepêşandan li dar xist.
Şêniyan li ber satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine danîne xwepêşandan li dar xist.
Di xwepêşandanê de şêniyên sivîl banga vekirina rêyan û derbasbûna Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) kir.