Gelê bajarê Zaxo ya başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiya Rojava daket qadan.
Bi hezaran welatiyên bajarê Zaxoya başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiya xwedîderketina li Rojava daketin qadan. Girse tevî hewaya sar û derengiya şevê jî hîn li qadan ye û bênavber dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin.













