• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Peyvira ciwanan a herî girîng parastina civakê ye

    Ocalan ji bo Şara çi dibêje?

    Ji Awazê Çiya strana nû: Rojava rûmeta me ye

    Ji Awazê Çiya strana nû: Rojava rûmeta me ye

    Abdullah Ocalan: Çareseriya heqîqî konfederalîzma demokratîk e

    Rêberê Gelê Kurd: Piştî Komarê Kurd hatin înkarkirin

    Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

    Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

    Li Îzmîrê gel dorpêça polîsan şikand û meşiya

    Li Îzmîrê gel dorpêça polîsan şikand û meşiya

    Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

    Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Peyvira ciwanan a herî girîng parastina civakê ye

    Ocalan ji bo Şara çi dibêje?

    Ji Awazê Çiya strana nû: Rojava rûmeta me ye

    Ji Awazê Çiya strana nû: Rojava rûmeta me ye

    Abdullah Ocalan: Çareseriya heqîqî konfederalîzma demokratîk e

    Rêberê Gelê Kurd: Piştî Komarê Kurd hatin înkarkirin

    Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

    Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

    Li Îzmîrê gel dorpêça polîsan şikand û meşiya

    Li Îzmîrê gel dorpêça polîsan şikand û meşiya

    Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

    Ocalan: Ne Peymana Brahîm ne Şîa ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtekên Komîsyona Meclîsê û Ocalan: Çareserî naskirina mafê xwerêvebirinê ye

Navenda Nûçeyan / AW

23 ÇILE 2026 - 21:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Tirk, girtekên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komîsyonê re pêk anîbû weşand. Di metna bi mitabaqata encamên sê partiyan hatibû amadekirin de lê piştre weşandina wê hatibû astengkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dîroka pirsgirêk Kurd, polîtîkayên înkar û îmhayê yên Komara Tirkiyê, derketin û pêşketina PKKê, mekanîzmaya darbeyê û girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandinên pir girîng dike.

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yaman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz, li ser navê Komîsyona Meclîsê di 24ê Mijdara 2025an de, li ser navê Komîsyona Meclîsê, li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Kurteya girtekan, di 4ê Kanûna 2025an de di Komîsyona Meclîsê de hatibû xwendin.

Meclîsê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê “Girteka Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê” di malpera xwe de weşand.

Temamiya girtekê bi vî rengî ye:

“Abdullah Ocalan:

Diyar kir ku berî her tiştî pirsgirêka Kurd pirsgirêkek hezar salî ye, sê merhaleyên vê pirsgirêkê hene, di vê çarçoveye de divê pêvajoya konjonktûrel li ber çavan bê girtin. Xwest xetaya mezin a di dîrokê de hatiye kirin li ser esasê îdeolojiya Fetî (Yildiz) Begê vebêje.

Cihê cara yekemîn li Enqerê çûyiyê Ocaxa Ûlkuciyan bûye, li wir dest bi siyasetê kiriye, pirsgirêka Kurd ji çarçoveya dewletê derbasî merhaleya siyasetê bûye, dê niha vê pirsgirêka girîng bi siyasetmedaran re nîqaş bike û pir girîngiyê dide vê yekê.

Dixwaze pêşiyê spasiyên xwe ji Birêz Serokomar û Birêz Devlet Bahçelî re bike, bi taybetî Birêz Devlet Bahçelî wîrektiyek ku mînaka wê di dîroka komarê de kêm tê dîtin, nîşan daye û bi vê boneyê bi dilxweşî wan bîrtîne,

Li pişt hemû gotinên xwe ye, ger şert û merc guncav bin, derfetên wî yên pratîk û teorîk ji pêşxistina vê re guncaw in,

Birêz Bahçelî bi gotinên xwe faydeyek mezin daye sîstematîka têkiliyên sed salan ên Tirk û Kurdan,

Di dema Turgut Ozal de, ango ji sala 1992yan heta niha bi rêzê ligel Erdal Înonû û di dema Sûleyman Demîrel de bi dewletê de di nav têkilî û diyalogê de bûye

Milek di nav dewletê de naxwaze pirsgirêka Kurd bi wî û partiya wî re bê çareser kirin, her carê sîstematîka darbeyê ketiye dewreyê,

(Li ser gotina Hûseyîn Yayman a wekî ’em bi hîstiyariya malbatên şehîdan hatine’) anî ziman ku windahiya her leşkerekê ji bo wî trajediyek e, ji vê yekê tu carî hez nekiriye, diviya ev ciwan nemiriyana,

Ger ku li Tirkiyê û herêmê ger çareseriyek ji bo pirsgirêkê peyda bikin û deriyek rast vebikin dê deriyek şans a mezin jî vebe, ev yek dê herêmê jî ji nûve dizayn bike,

Ger serkeftin pêk neyê mekanîzmaya darbeyê di serî de dê li hemberî Birêz Devlet Bahçelî û Birêz Serokomar bikeve dewreyê, Birêz Devlet Bahçelî jî di axaftinên xwe de bal kişandiye ser vê yekê,

Diyar kir ku Mehmet Alî Bîrand di sala 1988an de bêyî detsûr bigire bi wî (Abdullah Ocalan) re hevpeyvîn kiriye. (Turgut) Ozal li wî geriya ye û gotiye ‘Te çi kir Mehmet Alî te ez şewitandim’, dema beriya ku çawa vegere Enqereyê dê ji bo çareseriya meseleyê mijûl bûbûya, piştî ev hevpeyvîn (roportaj) di rojnameya Milliyetê de hat weşandin 4 roj şûnde, li dijî Ozal sûîkast hat kirin,  Dema dê di 17ê Nîsanê de bi Midûrê Karên Nivîsê yê Turgut Ozal, Kaya Toperî re hevdîtin kiribûya, ji nişka ve Ozal miriye û ev sûîkast hatiye bincilkirin. Diyar kir ku ji mirina wî bi fikar e. Toper ji Bîrand re gotiye ku ‘Ozal ji nişkave miriye, rastî sûîkastê hatiye, derbarê mirina Ozal de gumanên wî hene, mirina Ozal hatiye veşartin’, ger ev pêvajo negihe serkeftinê heman tişt ne tenê Birêz Devlet Bahçelî, bi serê tevahiya MHPyiyan de bê, ji xwe çewa di ser Erdogan de çûn tê zanîn,

Muxatabên wî dizanin ku ka ew çewa wekî hinceta hemû nebaşiyan hatiye nîşandan, êrişên li dijî wî êrişên li dijî aştî û hiqûqa biratiyê ye, hinek ji yên êriş dikin ‘sîxûrên bandorkirinê’ ne û êrişên li hemberî wî bi zanîn pêk tînin,

Devlet Bahçelî bi xwe got ku ‘ger ev pirsgirêk çareser nebe li Anatoliyê tişte ji Tirkbûnê namîne’,

Mistefa Kemal li Çanakaleyê şerek mezin daye, ji Anzakan re gotiye, ‘şehîdên we şehîdên me ne’, divê malbatên şehîdan jî Wî wisa pênase bikin, ew bi xwe jî bi rêzdarî li malbatên şehîdan dinêre û dizane ka êşa wan çiqas mezin e,

Di demên borî de ji Serokê JÎTEMê re gotiye, ‘we ev pirsgirêk anî vî halî û li ser milê min hişt’, 4 fermandarên hatine bi Wî re axaftine ji Wî re gotine gerek ji encamek dernekeve dê îdam bê erêkirin û Wî jî bersiva, ‘ji bo min ji bilî çareseriya demokratîk tu çareseriyên din nîne’ daye,

Ji sîstematîka peymanên nû yên Amerîka û Binyamîn Netanyahû re Peymanên Îbrahîm tê gotin, projeyek wiha di dewrê de ye, projeya Îranê ya Şiîyan heye, niha hinek xwe paşve girtiye lê îdîaya wan berdewam dike,

Her çiqas pêvajoya çareseriyê bi rageşî be jî, bi azmûnek mezin re rû bi rû be jî, lê asta hatiyê ne tenê di aliyê niyeta baş de, dê sed sal, dê destpêka vekirina deriyek sed sal, hezar salên pêşerojê teşe bike, dê deriyê çareserî û biratiya hezar salan, sed salan û roja niha ve bikin,

Ligel gotinên derveyî aqil ên di çapemeniyê jî pirsgirêka Kurd a Tirkiyê heye û êdî hatiye astek nayê taloqkirin, ew bi xwe jî çareseriyê dixwazin,

Destê Birêz Bahçelî dirêj kirî, axaftina Birêz Serokomar a li Melazgirê ji bo qewîkirina eniya navxweyî kirî û girêdayî vê yekê Bahçelî jî cardin dubare kiriye ku dê destê xwe dirêj bike, li aliyê din li Qendîlê çalakî pêk anîne, bûyera TÛSAŞê çêbûye û vê yekê ew xemgîn kiriye,

Bahçelî di axaftina koma Meclisê de gotina Wî ya wekî, ‘Eger derfet hebin ez dê xizmetê ji bo dewletê bikim’ bi bîr xistiye û gotiye ‘fermo, pêwist be mafê hêviyê jî di nav de bila bê lli Koma DEM Partiyê biaxive’, vê banga Bahçelî wekî bûyerek dîrokî dîtiye,

Li pişt soza xwe ye, ku şert û merc çê bin hêza Wî ya teroîk û pratîk a ya pêşxistina vê çareseriyê heye,

Di nav rêxistinê de Tirk jî cih digirin, serkêjiya vê yekê jî Dûran Kalkan ku bi eslê xwe Tirk e, dike, her tim di nav rêxistinê de komek bi eslê xwe Tirk hebûne, ji serî heta niha kevneşopiyek wiha hebûye, dema nêrîna wî gihiştiye Qendîlê agirbesta yek alî îlan kirine û girêdayî vê yekê mayîne,

Bal kişandiye ser Banga 27ê Sibatê, divê ev bi tayetî bê bi bîrxistin, her hevokek Bangê xwedî taybetiyek programatîk e, her hevokek programek e, (Li ser vê yekê Fethî Yildiz bi gotina, ’em di ferqa vê yekê de ne’ daye)

Di bangawaziya kirî de riya çareseriya pirsgirêka Kurd daniye holê, Qendîl yek bi yek pêwistiyên wê bi cih anîne û PKKê xwe fesih kiriye, piştî vê di pêşengiya Besê (Hûlya Oran) de çalakiya çek şewitandinê pêk hatiye, di vê çaçoveyê de Besê berpirsyarî girtiye, bi pêkhatina vê yekê ji sedî 70ê kar hatiye kirin, piştî vê jî di bin pêşengiya Sebrî Ok de endamên rêxistinê ji Tirkiyeyê vekişiyan e,

Salek pêvajoyê ya barî bi serkeftî dibîne, di vê demê de tu kesê jiyana xwe ji dest nedaye û pevçûn derneketine, her wiha pêngavek mezin a polîtîk pêk hatiye, girêdayî vê yekê di raya giştî de piştgiriya pêvajoyê zêde bûye, di demên pêş de dê hind pirsên di serê raya giştî de ji holê bên rakirin,

Wekî Bahçelî jî gotiye divê ji bo Wî derfetên ragihandinê bên vekirin,

Di dema borî de S. Demîrel li Mêrdînê gotiye ku ‘realîteya Kurd nas dike’, her wiha Demîrel di vê demê de Ahmed Tirk û Sirri Sakik şandine Helebê gel Wî, ji wan re gotiye, ’em nasnameya Kurd nas bikin û hûn jî dest ji çekan berdin’, wê demê ev firset ji dest çûye lê Demîrel ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek xebitiye,

Di sala 1997an de Necbettîn Erbakan jî ketiye nav hewildanan, Hafiz Esad û Abdulhalîm Haddam gazî Wî (Ocalan) kiriye û 3 name nîşanî Wî dane, di nameyan de pêşniyarên wekî piştî 5 salan ketine nav siyasetî û hwd hewandine lê piştre Darbeya 28ê Sibatê çêbûye û ji bo çareseriyê firset çênebûye,

Di sala 1997an de Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi Sebrî Ok re ketiye têkiliyê, di bin navê ‘Têkiliyên Civakî’ hevdîtin kirine lê piştre ev jî di encama midahayên derveyî de xitimiye,

Fermandarê Hêzên Bejayî Atîlla Taş li Kilîsê bi daxuyaniya, “Ger Ocalan dernekeve em dê di nav 2 rojan de bikevin Sûriyê’ daye, danûstandina ku baş dizane li ser MOSSADê pêk hatî hebûye, riyek wekî sepandîn Yasar Erefat li ser wî jî sepandine, bi kurtasî ji wî re gotine, ‘An Stockholm an jî Bakurê Iraqê, ji bilî li ser rûyê cîhanê cihek ji te re nîne’, ji bo vê sepandinê vala derbixe xwestiye biçe Bakurê Iraqê lê di encama şert û mercan de li Atînayê derketiye, li wir Berpirsyarek Giştî yê Îstîxbarata Yewnanîstanê yê bi navê Stavrakîs ji wî re gotiye ku, ‘Ji bilî Osloyê tu ji vir nikarî derkevî, welatê de di serî de em destûr nadin tu biçî tu derê’, Ew li hemberî vê yekê matmayî maye, bi awayek bêplansazî çûye Moskovayê, kesek Yahûdî yê bi navê Jîrînovskî (Vladimîr) Ew pêşwazî kiriye û gotiye ’em dê te li malekê veşêrin, ji bilî wê tu derfetên din tunin’, Wî jî ji Jîrînovskî re gotiye, ‘ev partiyek fermî ne dê çewa li Moskovayê bin veşêrin’ û pênşiyara wan ji Wî re aklane nehatiye û di dawiya çîrokê de peyama, ‘Ji bilî MOSSADê li cihek ku tu xwe bi spêriyê tune ye’ qediya ye,

Heta Duşanbeyê hatiye birin û di sermayê de 3-4 seatan hatiye rawestandin, fam nekiriye çima Moskovaya Sosyalist-Komînîst hatiye vî halî, piştre çûye Romayê, li vir jî, ji Wî re hatiye gotin ku ‘CIA û MOSSAD nahêlin çûk bifire’, cardin Atîna ceribandine û vê carê jî li Balefirgeha Mînskê jê re hatiye gotin, ‘tu dikarî wekî kesek bêwelat li vir bimînî’, li hemberî vê gotina kirêt çûye Naîrobiyê ve li wir çîrok ji kontrola Wî derketiye, Sefîrê ku bi îhtîmalek mezin sîxûrê Ingilîstanê bûye demanceyek daye Wî, ji re gotiye ku tekane parazvanê wî demanceye û xwestiye li gel Wî bimîne, piştre JITEMê ji Wî re gotiye, ‘Te ew çek bigirta teqez me dê tu bikuşta’, ji ber ku ev mesele Bahçelî ji nêz ve eleqedar dike, vedibêje,

Ger ew midahil nebe dê şerê Kurt û Tirkan ê 100 salanên din çêbibe û ji bo wê midahil bûna Wî gelek girîng e,

Tirk bêyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nabin, Bahçelî gelek girêdayî vê yekê ye, ev îdeolojiya komarê ye, gidêdayîna vê bi pozîtîvîzmê re heye, ev yek di heman demê de tasfiyeya Kurdan pêwist dibîne, Tirkmen jî dahilî vê tasfiyeyê ne, ew jî hatine helandin, van tiştan ji bo bê famkirin ‘birînên esasî çewa hatine vekirin, serhildanê rê li ber çi vekiriye’ vedibêje,

Li ser vî esasî ev îdeoljî (îdeolojiya dixwaze Kurdan tasfiye bike) heta astekê li Tirkiyê bi bandor e, mihatabên wî vê yekê baş dizanin, sedema hemû îsyanan jî ev îdeolojî bi xwe ye,

Dema raperîna Şêx Seîd destpêkiriye, îdeolojiya Şerê Rizgariya (Tirk) bi feraseta ûmeta Islamê hatiye meşandin, piştre dema komar ji vê têgihiştinê veqetiya vê yekê bertek derxistine holê û wê bertekê jî raperîn serhildan derxistiye holê, (Fethî Yildiz diyar kir ku ji tevan re serhildan hatiye gotin lê temamê an serhildan nînin’. Piraniya wan bûyerên şidetê de)

Navê serhildanên Kurd bûye serhildanên Kurdayetiyê, Ew bi xwe jî serhildanek e, her çiqas ji re ‘şerê rizgariya neteweyî yê nûjen, şerê gêrîla jê re hatibe gotin jî îsyana Kurdî wêdetir neçûye û ev nehatiye derbaskirin, vegeriyaye rewşek trajîk, di sala 1993yan de xwestiye biqedîne, Ozal di ser Talabanê re peyam ji Wî re şandiye,

Ozal ji wî re peyama, ‘Tiştên hûn dikin teva xelet nînin, te di nasandina nasnameya Kurd de rola xwe lîst, ku tu di şerê çekdarî de israr bikî dê hemû keda te vala biçe’, Ew vê fikiriye lê dereng maye, Ozal mafdar bûye, wê demê xeşîm bûye û di wê demê de Ozal miriye.

Şahidiya endamên komîsyonê girîng dibîne, şahidên zanistî ne, divê li devê bêjin ‘zanist vê yekê dibêje’, berovajîkirinên di askek gelek bilind de ne,

Nameyek ji girtîgehan hatiye de gotina, ‘Pêvajoya têkçûna Împaratoriya Osmaniyan bi derketina îsyanên Kurdan destpêkiriye’ derbas bûye, Abdûlhamîd tedbîr girtine û Mektebên Hemîdiyeyê ava kirine, ev tedbîrên gelek micid bûne, Abdûlhemîd ferq kiriye ku îsyanên Kurdan bûne sedema têkçûna Osmaniyan,

Siltan Abdûlmecîd bi Mîrektiyên Kurdan re hewil daye çareseriye dostane pêk bîne, wê demê Çartiya Rûs û Fransayê hewil daye li Sûriyê dewletek Sûryanî û Bakur (Rojhilatê Anatoliyê) dewletek Ermeniyan ava bike,

Daxuyaniyên Birêz Bahçelî yên derbarê Kûdîs û Selahaddîn Eyyûbî de gelek girîng in, li gorî fikra wî pêkhatina yekîtiya Kurd û Tirkan di fetihkirina Kûdîsê de rolek gelek girîng lîstiye,

Pîrika wî bi eslê xwe Tirkmen bûye,

Siltanê Selçûqiyan Sancar Paytextê Medan yê berî Hemedan ji xwe re wekî paytext hilbijartiye,

Dizane ku li vê erdnigariyê, ‘Tirk bêyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nakarin bijîn’,

Li pişt serkeftina Melazgirê ya Sultan Alparslan, piştgiriya Mîrektiya Mervaniyan a li Farqînê û Mîrektiya Kurd a li Xelatê heye, ev yek di pirtûka Osman Turan de berfireh hatiye vegotin,

Serkeftina Melazgirê serkeftinek ku bandora Kurdan tê de pir zêde bûye, bi vê yekê deriyên Anatoliyê ji Tirkan re vebûne lê heta Firatê, Riha û Meletiyê berfireh bûye, vê yekê derfet daye ku wê demê Kurd jî nefes bigirin,

Atatirk ji serokeşîrek li Bazîdê re gotiye ‘Ku em di vî şerî de li dijî hev şer bikin ne Kurdistan ne jî Tirkiye dimîne, her du jî dê winda bikin’, ji bilî yekîtiyê riyek din tune ye, piştre di şer de serketiye û piştgiriya Kurdan ji bîr kiriye,

Di rojên borî de li Hewlêrê kongreye û li Almanyayê Kongreya Yahûdî-Kurdan çê bû, ev pir girîng in, xeberiya mihataban bi vê yekê heye nîne, (Fethî Yildiz bersiva ‘heye’ daye)

Ev tişt ji bo hêza MOSSADê bê zanîn vegotine, berê ji wîre gotine ku balefira Ew tê de dê nikare dakeve tu welatên Ewropa û NATOyê, kontrolek mezin hatiye avakirin, tişta girîng ew bûye ku bi destê Tirkekê sûîkast pêk bê, di vê rewşê de rêxistin dê biketa bin emrê wan, wekî li Gazzeyê dê sûîkast û kuştinên girseyî bikirana, wê demê kesên xwe şiwatandî hebûn, qiyamet radikirin, îro jî dive vê yekê ji mihataban re bêje, îro hêj girîngiya xwe diparêze, dîrok bi vî awayî pêş dikeve, hamleyên bêguman kirine,

Ji bo îro bê şîrovekirin divê ev agahî bên zanîn û ji bo wê van tiştan dibêje,

Dê qedera Rojhilata Navîn biguherîne û topê bavê gel mihatabên xwe,

Sedema îsyana PKKê vegotiye, çima bi dawî kiriye û xwestiye mekanîka talûkeya mezin vebêje, dibe her tişt li gorî wekî tê zanîn nebe, divê xelet neyê famkirin,

Bahçelî jî herî kêm qasî Wî dewletê dizane, dibe Wî hinek pirole jî kiribe lê divê hemû îhtîmal li ber çavan bên girtin, tecrûbeya Wî di vî warî de gelek bûye,

(Difikir e ku organîzatorên dixwazin pêvajoyê xirab bikin gelek bi hêz in)

Ew difikire ku (Abdullah Ocalan) MHPê baş dinase, ger MHPiyan Bahçelî mafdar nedîtiba li pişt wî nedisekinîn û piştgirî nedidan,

Biryara dawî ya CHPê (Biryara di Komisyona Meclisê de) gelek balkêş bûye lê vê yekê ji bo CHP ji pêvajoyê bê vederkirin nabêje,

Li Sûriyê niha hind lîstik tên lîstin, Ew Sûriyê pir baş nas dike ji ber ku 20 salan li wir jiyaye,

Komsîyona Meclisê di hind mijaran de ji Wî pêşketîtir e lê Ew di hind mijaran de ji Komîsyona Meclisê pêşdetir e,

Dê ji bo civakê behsa gavên girîng bike, di bingeha xwe de difikire ku diviya PKK di 1993yan de bê fesihkirin, têkiliya Tirk û Kurdan sîmbiyotîk e, di vê çarçoveyê de mînaka Ziya Gokalp mînakek bêsebeb nîne,

Ne Peymana Brahîm ya ku Îsraîl dixwaze ne jî projeya Şîa ya Îran dixwaze ji bo berjewendiyên welatê me gucav nîn in, li şûna vê entegrasyona demokratîk girîngtir e,

Pêwîst e ji avabûna Kurd a demokratîk re bi baldarî were nêzîkbûn, behsa dewletê nake, muxatabê wî çiqas netewperestê demokratîk be ya wî bi xwe jî ewqas Civakparêziya Demokratîk e,

Têkildarî mijara dewletê behsa perçeyekê nake, Rêzdar (Devlet) Behçelî vê yekê baş dizane, (Bi ser vê yekê Fetî Yildiz daxuyandiye ku ‘Ne dewletbûn e, ne avabûneke federatîf e, ne xweserî ye, Abdullah Ocalan jî vê yekê erê kiriye.)

Wek encam dewleta ku lê digerin Komara Tirkiyeyê ye, bi awayeke zelal aniye ziman, dê Kurd di Rojhilata Navîn de bi vê dewletê re cih bigirin, ew ê xwe wek demokratîk birêxistin bikin, tu têkiliya wê bi xweseriya federal re nîn e, ev yek ne hilberîneke wî ye, sosyalîzma rast e, vê yekê ji çepê re wiha gotiye, ya ku sosyalîzma 200 salan hilweşandiye, sosyalîzma wan bi xwe ye,

Wek encam divê Civaka Demokratîk û Komar entegre bibin,

Koka Komînê bi kurdî ye, tê wateya civak, kombûnê, di Serdema Navîn de tê wateya Şaredarvaniyê, şaredarvaniya gel, şîrketbûn, demokrasiya herêmî ye, ji bo Tirkiyeyê jî vê pêşniyar dike,

Ya ji bo Tirkiyeyê dixwaze ji bo Sûriyeyê jî dixwaze, diyar dike ku ev yek demokrasiya herêmî û komîn (şaredarvaniya demokratîk) e, vê mijarÊ her roj difikire, di vê çarçoveyê de bi wan re (HSD) dê diyalogê saz bike, ew difikire ku dê ew jî guhdariya wî (Abdullah Ocalan) bikin lê belê dê bi yek alî tevnegerin, divê Ahmed El-Şara jî wekî HSDê ji bo Sûriyeya demokratîk gavan bavêje,

Bi xwe (Abdullah Ocalan) belasebep dîrokê venabêje, diyar dike ku li Sûriyeyê netewperestiyeke giran a Ereban heye, li wê derê Tirkmen jî hene, dê bi xwe jî (HSD) wekî Kurdan heqê wan berçav bigirin,

Bi xwe jî ji ber erdhejên di 6ê Sibatê de pêk hatine sersaxî xwestiye, bi xwe jî (Abdullah Ocalan) vê xebata ku dikin dixwazin ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bike,

Di mijara Sûriyeyê de diyar kiriye ku (F.Yildiz; HSD di 10ê Adarê de peymanekê kirine) 8 xalên wê peyamnê hene, ew ê van esas bigirin, (Huseyîn Yayman; bi xwe [Abdullah Ocalan] serokê wê rêxistinê (HSD) ye, mijara Sûriyeyê di mijara Komîsyona Meclisê de û di raya giştî de herkes tîne ziman, hatiye diyarkirin ku gelê Tirkiyeyê jî dixwaze ewilê ji bo berdana çekan li Sûriyeyê gavên şênber û Dayikên Amedê dixwazin zarokên wan teslîmî malbatên wan werin kirin) (Ji bo zarokên (Dayikên Amedê) vegerin malbatên xwe) komîteyek hatiye avakirin, (Huseyîn Yayman; gotina ewilê aniye ziman a xwişk-biratiya dîrokî gelek gîrîng e, tû kesî li hemberî vê yekê derneketiye, dê êdî karibin mekanîzmaya darbeyê bişkînin, Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçelî jî di vê mijarê de bibiryar in, diyar kirine ku ew ê vê carê bi ser bikevin) di hêla mekanîzmaya darbeyê de jî divê hişyar bin, nexwe dê ev makanîzma li ser pêvajoyê mîna bûldozerê derbas bibe,

Di mijara Sûriyeyê de pêşniya wî bi xwe (Abdullah Ocalan) demokrasiya xwecihî ye, (AK Partî) binyada avabûna wê şaredarvanî ye, aliyên kêm ên qanûnê hene û dixwaze vê qanûnî belavî hemû bajaran bike, demokrasiya herêmî di demokrasiya Atînayê de ji her herêmê delegeyek hatiye hilbijartin û ew delegê nûnertiya herêma xwe dikin, ev yek jî xwecihîparêzî û demokrasî ye, ji bo Sûriyeyê ne bingeha mezhebparêzî ne li ser netewperestî, ji hêla herêmî de demokrasiyeke hatiye xurtkirin dixwaze, pirsgirêka sereke çawaniya tijekirina naveroka vê têgehê ye û çawaniya tevlikirina destûra bingehîn e,

Ev ji bo dewletê bi qasî hêzên unîter ên navendî demokrasiya herêmî ya xwecihî jî hewce ye, yek nebe dê ya din jî nebe, (F.Yildiz bi ser vê yekê; pirsa gelo dê demokrasiyên herêmî xwedî hêzeke parastinê bin yan na kiriye) dê di hêla ewlehiyê de hêz hebin, li Sûriyeyê lihevhatina her du hêzan pêwîst e, li Sûriyeyê netewperestiya Ereb xurt e, kirinên ku malbata Esad li Sûriyeyê kirine di holê de ne, heke şert û mercên demokratîk neyên pêkanîn dê Ahmed El-Şara siberojê veguhere dîkdatorekê,

Tirkîbûna Anatoliyê girêdayî Kurdbûnê ye, Kurdbûna Mezopotamyayê jî girêdayî Anatoliyê ye.

Divê PKK tenê çekdanînê na divê di warê zîhnî de jî (dijminahiyê jî) bi dawî bike. Di nav her du miletan de têkiliya xwişk-biratî heye. Di navbera wan de îsyan, şer û pevçûn qewimîne. (Li ser vê yekê Fetî Yildiz diyar kir ku; ‘di serdema ku agahiya şehîdan dihat de kesek jî nediçû cama cîranê xwe yê Kurd neşikandiye, tevî ewqas hewadîsan jî li holê dijminatiya Kurd û Tirkan tu demê çênebûye.)

(Kurd û Tirk) hezar sal in di nav hev de dijîn. Tirkmenên Karakeçîlî yên li Rihayê ji min bêtir Kurd in. Germiyaogullari di eslê xwe de Kurd in, di nava demê de bûne Tirk. Divê ev rastiya dîrokî li ber çavan were girtin. Pêwîste her du nasname jî li hemberî hev rêz bigirin. Heke li ser tunehesibandina hev bixebitin, ev xefikek e.

Min ji sala 1195an ve dest ji ramana sosyalîzma reel berdaye. Guhertina zîhnî pêvajoyek bi sanco ye. Min dest ji wê pêvajoyê berdaye û di warê zihnî de divê çek bê danîn. Di pratîkê de wê dem bigire. Divê endamên rêxistinê xwe amade bikin. Duran Kalkan jî gotiye, ’em ê qet çekan bikar neyînin’.

Meseleya Tirkiyeyê bi qasî Tirkiyeyê girîng e. Bi malbata ESAD re gelek têkiliyên min hebûn. Ez bi saya piştgirî û hîmayeya nêzî jiyam.

SDG bi desteka DYA û Îsraîlê herî kêm 100 hezar hêza wan a çekdar heye. Ji rastiya heyî bêtir berbelav bûye. Dikarim herêmên din jî daxilî vê bikim. Belgeyên kongreyê ji min re nehatine lê belê maneya (kongreya Kurd-Cihû) ya li Ewropayê û Foruma Aştiyê û Ewlehiya Rojhilata Navîn a 6emîn a li Hewlêrê ew e ku em li vir (Îmrali) ber bi çareseriyê ve diçin ew jî li wir ber bi çareseriyê ve diçin’.

Ferhat Abdî Şahîn kesekî herî zêde nêzî min e û girêdadana wî ji bo min heye.

Foruma li Hewlêrê û kongreya li Ewropayê di bin hîmayeyea Almanan de hatiye kirin. Kurd tam hatine asta ku dewletê ava bikin, niha yê li pêşiya vê asteng e Apo ye. Ez wek rêbaz Civaka Demokratîk pêşniyaz dikim.

Ez ji bo Civaka Demokratîk dixebitim û ji bo dewleperestiya wan Kurd dixebitim.

Ji bo Îsraîlê Kurd gelek pêwîst in çimkî xerakirina hevsengiya Rojhilata Navîn bi jeopolîtîka Kurdan ve girêdayî ye. Îsraîl nikare bêyî jeopolîtîka Kurdan hegomonyaya Rojhilata Navîn pêk bîne.

Ez Komara Tirkiyeyê wek proto-Îsraîl, dewletperestiya Kurdan jî wek post-Îsraîl dibînim. Berê ji bo Îsraîl ava bibe Komar çiqas pêwîst bû, niha jî ji bo hegomonyaya Rojhilata Navîn jî ji Îsraîlê re dewletperestiya Kurd pêwîst e. Wekî din jî nikare li ser pêya bimîne û nikare hegemonya xwe ava bike.

Li gorî agahiyên dawî ku min wergirtine; ‘propgandayek berbelavbûyî heye, şansa we ya dewletbûnê ji aliyê Apo ve tê sabotekirin’. Ev yek jî tesbîtkirinek gelek girîng e.

Ji bo ez bi ser nekevim her tiştî wêbikin, lê belê ez avantaj im, di nava tevgera Kurd de giraniyek min heye. Giraniya birêz Bahçelî di netewperestan çi be, ez jî di nav tevgera Kurd wisa me. Ji bo Îran, Iraq û Sûriyeyê jî derbasdar e.

Ku Tirkmen ji Kurdan hêj xirabtir in, cemiyeteke ku xwe bînin zimana Tirkmenan nîn e, gelo muxatabê wan ji komînê fêm dike an nake, komîn tê wateya komekê, tê wateya civaka sivîl û divê wisa be.

Yek du malbat derdikevin û tevahiya dahatuya Helebê bi xwe re girÊ dide û pêwîste tevbîra vê yekê were girtin, divê ev yek ji bo gelên din jî derbasdar be, Tirkmen jî li wê derê xwedî kedeke hezar salî ne, wek xwezayî pêwîst e ew jî wek rêxistineke sivîl bin, Çerkes û Ermen jî hene, pêwîst ew jî xwe bikin civakeke sivîl a hemdemî,

Heke Sûriyeyê bêyî civakeke sivîl an jî demokrasiyeke herêmî berdin dê wê demê Hafiz ESADeke nû derbikeve, ji bo pêşî li vê yekê bigire dê bi xwe (Abdullah Ocalan) hêza xwe bi kar bîne, dê di pratîkê de çi ji destê wî were pêk bîne,

Îsraîl dixwaze ji çanda xwe Sûriyeyekê dixwaze, Divê Sûriye bi temamî ji birêvebirina Îsraîlê re nayê hiştin, ev yek metirsiyê dihewîne, nabêje ku em ’em bi Îsraîlê re şer bikin, lê bi HSDê re bi hostayî, soz dide ku dê xwişk-biratiyê de çareser bike (Abdullah Ocalan), dê ev yek ne bi bangekê, pêdivî bi têkiliyeke baş û bêyî ku diyalog hebe dê çawa were pêkanîn,

MHPê wek netewperesta demokratîk dinirxîne û ji bo Tirkiyeyê gelek pêwîst e, pêwîst ev kombûyîn bi ruhekê tifaqî re were parvekirin û divê helwesta dijminane derbas bike, ne bi pevçûnê divê tifaqê ava bikin, ev yek aqleke li ser hemû partiyan e,

Pêwîst e feraseta ‘Divê ez beriya partiya xwe dewletê bifikirim’ ji bo hemû partiyan li pêş be,

Ya ku wî bi xwe û bi yên li vê derê re tîne ba hev aqlê dewletê bi xwe ye, heke CHP jî (Di hevdîtina Komîsyonê de) li vir bana dê baştir bûya,

Heke li ser entegrasyona ku navenda wê Tirkiye be bi hev re were xebitandin dê Iraq, Sûriye herwiha Îran jî neçarî tev li bibe, li wê derê Azerî jî hene, herî kêm bi qasî Kurdan girîng in, bi tevlibûna wan a entegrasyona demokratîk ve dê ev bibe Yekitiya Rojhilata Navîn, dê entegrasyona demokratîk jî li gel vê yekê pêş bikeve,

Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk, li Rojhilata Navîn dê bibe Rojhilata Navîn a Demokratîk

Bêyî ku were lezandin divê were xebitîn, ji bo Suriyeya unîter tiştekê nabêje, lê belê ji bo demokrasiya herêmî û bêyî civaka sivîl dê ev yek teqez hebe, divê qûrbanî dîktatoriyeke nû neyê kirin,

(Bi ser pirs Huseyîn Yayman a ‘Dê çavkaniyên petrolê û deriyên sînor çi lê bên’ jî) Dê karibe modeleke parvekirinê bi pêş bêxe, tişta ku ji bo Sûriyeyê pêşniyar dike dê karibe ji bo Îranê jî nîqaş bike,

Ew dixwaze (Abdullah Ocalan) Tirkiyeyeke mezin û pirsgirêkên xwe çareser kirine dixwaze, ne tenê terikandina çekan, dixwaze şopa wê ya li ser mejiyan jî jê bikin û ji wê girîngtir di herêmê de di demeke nêz de ji bo hemû baweriyên di Rojhilata Navîn de ji bo hemû gelan, çandan modeleke hevpar pêşniyar bike,

Beriya niha çiqas gotinên neyînî hebin dê ji vê gavê şûn ve divê gotinên erênî werin pêşxistin, ji bo vê jî dê Komîsyon qonaxeke grîng re derfet ava bike, dê raporê amade bike, mijarên ku bi meclisê re neaxaftiye dê di berpirsyariya wan de be, lê belê ji bo tiştên ku ji hevalên xwe re dibêje, derbasî pratîkê û jiyanê bike azadiyê ragihandinê divê di serî de hebe,

Fesixkirina PKKê, piştî gavên bêçekkirinê dê careke din gavên erênî werin avêtin, lewma qanûna ku Komîsyon derdixe divê girêdayî vê mijarê be,

Divê ji serî heya binî her kesê kû bi PKKê re têkiliya wî heye hiqûqa wan were zelalkirin, divê pêşniyara birêz (Devlet) Bahçelî were fikirandin, bi vî awayî dê ji efûya giştî bi temamî were dûr were destgirtin, ji bo Tirkiyeyê efûya giştî hêj guncavtir e

Silav û rêzên xwe ji Komîsyonê re şandiye, ‘Biryar di rayeya wan de ye, lewma pêwîst e mijar were rojeva meclisê’,

Bandora Îranê jî bi qasî Îsraîlê li ser Kurdan heye, bi xwe tev li bîrdoziya Îranê nabe,

Dê Îsrailê re di nava têkiliya dewletê de ‘me dê devletê îlan bikira, APO asteng kir’ bigotana, dê asteng bike, dê wek endameke Komara Tirkiyeyê tevbigere û dê bêje ku ji bo Kurdan modela herî baş civaka demokratîk e,

Êdî Tirkiyeyê wek dewleta xwe (Abdullah Ocalan) dibîne, bi xwe jî (Abdullah Ocalan) dixwaze ku Tirkiye bibe Komara Demokratîk,

Di mijara avakirina Komara Demokratîk de AK Partî jî gavên girîng avêtine

Ew bi xwe (Abdullah Ocalan) dixwaze çanda Kurdan tev li Komarê bike, diyar dike ku ev dewlemendiyek e, dixwaze mijare bi awayeke din neyê şîrovekirin,

Diyar dike ku (Rêzdar Devlet Bahçelî) belasebep behsa gotina mafê hêviyê bi kar naîne, heke ev nebe dê bi xwe (Abdullah Ocalan) nikare bixebite, piştî ku ev yek hate kirin heke di mijara Sûriyeyê de serkeftî nebe dê darizandin û rexnekirinê qebûl bike, dê bi rewşa xwe ya heyî ve li hemberî Îsraîlê dernekeve, berê dema li cem Esa bû eşkere di holê de ye ku Îsraîlê wî aniye bi çi halî,

Bi xwe (Abdullah Ocalan) jî soz daye,

Ji bo DEM Partiyê jî wek şande hatine (Îmraliyê), dikare Gulistan (KILIÇ KOÇYÎGÎT) jî were tevlikirin,

(Bi ser gotina Huseyîn Yayman a ‘Hinek siyasetmedar û kes dê bi gotinên xwe karibin pêvajoyê jehrî bikin) Di PKKê de hinek kes vê yekê dikin, di nava pêvajoyê de (Abdullah Ocalan) heke şert û mercên xebatê werin çareserkirin dê karibe hemûyan çareser bike, lê belê xwestiye ku jê re dem were veqetandin, şert û derfetên wî ji bo vê yekê gûncav nîn in, bi qasî ku ew sax be dê ev pêngav serkeftî derbas bibe, tevî ku muxatabên wî ji vê re gotina ‘Sedsala Bêteror’ dibêjin ew bi xwe jê re ‘Sedsala Bêtundî dibêje, diyar dike ku herî kêm bi qasî muxatabên xwe xwedî hêz e,

Divê wek tifaq gev were avêtin, bi xwe bi hatine komîsyonê ya li vê derê (Îmrali) gelek bihêvî bûye û qanaxeke dîrokî dest pê kiriye, hêvî dike ku muxatabên wî jî ji bo karibin vê yekê bi serkeftinê ve tacdar bikin bibin navên diyarker,

Fetî Yildiz;

Wek endamên Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Hevgirtin û Biratiyê, ew hatin ku nêrînan bigirin. Li ser navê MHPê Fetî Yildiz, Huseyîn Yayman li ser navê Ak Partiyê û li ser navê DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, hatine ku li nêrîn û beyanên Abdullah Ocalan guhdarî bikin.

Komîsyonê heta niha 18 civîn li dar xistine, guh daye her beşê civakê, ji rêxistinên civaka sivîl û baroyan bigire heta malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Ew serpêhatiyeke guhdarîkirinê ya dewlemend bûye.

Di dawiyê de, ew ê vê yekê wekî bingehekê di rapora ku dê binivîsin de bi cih bikin û rêyên çareseriyê nîşan bidin. Karê Komîsyonê hê neqediyaye; ew di qonaxa raporkirinê de ne, û sedema serdana wan jî ev e. Divê ev civîn wekî civîna 19an a Komîsyonê were hesibandin.

Fetî Yildiz diyar kir ku wê bi dirêjahî li ser raboriya siyaseta Tirkiyeyê neaxive û ew jiyana sazûmankarê rêxistinê û raboriya wî ya siyasî dizanin. Fetî Yildiz got ku ew ji têgehên şaredariya komînal û lîberal a ku li serê dixebite dizanin û axaftina li ser dîroka rêxistinê ji bo niha hewce nake.

Fetî Yildiz anî ziman ku Abdullah Ocalan ji rêbaza siyasî derbasî rêbaza siyasî bûye û ew dizanin ku Ocalan li ser mafê hemwelatîbûnê, gavên çandî û komînalîteyê hûrûkûr dibe.

Fethî Yildiz dibêje ku; “Abdullah Ocalan di Sibata 2025an de di banga ku kir de em fêm dikin ku hemû şaxên girêdayî rêxistinê dawî li têkoşîna çekdarî bînin û rêxistin hebûna xwe bi dawî û belav bike. Ev yek civakê gelek rehet dike. Gel jî vê geşedanê dişopîne. Di banga wî de rêxistinên li Sûriyê, Iraq û Îranê hemû dihewîne nav xwe û ev yek girîng e.

Pirsgirêkên diqewimin dikarin di çarçoveya demokrasiyê de werin çareserkirin. Ev yek encax dikare bi dawîanîna terorê pêk were û Tirkiyeya Bêteroro mimkûn e.

Li ewyana dadgehê ya danişîna meha Cotmeha 1999an ez jî wek parêzerên şehîdan min cih girt.

Di sal3en 1970yî de tevgera Kurd di nav tevgerên çep de bûye, vêya ferq nekiriye û niha berevajî vê çep di nav tevgera Kurd de ne.

Em li vir ber bi çareseriyê ve diçin lê endamek rêxistinê bi awayekî eşkere gotiye, ‘çareseriya çi, çekdanîna çi’, ‘Biryara ku Abdullah Ocalan girtiye, tenê Tirkiyeyê eleqedar dike’. Kesê li ser SDGê ye Ferhat Abdî Şahîn e. Gel jî dizane ku Abdullah Ocalan wî têgihandiye.

Hevalên partiyê ango di siyaseta Tirkiyeyê de gotine ku zimanê beriya Destûra Bingehîn a 1924an û Lozanê bikar neyînin, ev yek pêvajoyê jehrî dike.

Sabrî Ok dema daxuyanî da ku ji Tirkiyeyê vekişyan e, çekên di destên endamên rêxistinê de di nav raya giştî ya Tirk de rê li ber hêrsrabûnê vekiriye û wî dîtiye ku di çarçoveya banga ku Abdullah Ocalan de kiriye, PKKê tam li gorî vê tevnegeriyaye.

Gelek girîng e ku SDG li Sûriyeyê li gorî entegrasyona 10ê Adarê tevibigere.

Di mijara Sûriyeyê de li benda Abdullah Ocalan e ku daxuyaniyek nû bide.

Ev dewlet dewleta me hemûyan e, çep ango kedê şiklê xwe guhertiye û ew ne di ferqa vê yekê de bûye.

Em dizanin ku di daxuyaniya ewil de gotiye ‘çekan deynin’ û vê ji hemû pêkhateyên PKKê re gotiye. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan; li Îranê her roj darvekirin hene, xwesteka wî ya dê li Îranê divê ‘mafên demokratîk ji bo Kurdan û Azeriyan bê danîn û darvekirin bidawî bibin’ ji bo vê jî pêwîste înîsyatîf pêwîst e, helbet ev nayê maneya şer û heke îdam dewam bikin wê PJAK dê çekan daneyne û niha pêwîstî bi diyalog û agirbestek bi Îranê re heye, û dive xebatek entegrasyonê bispêre Îranê.

Çaverêbûn hene ku PKKê hêza xwe ji Iraqê vekişandiye Sûriyeyê û ev rewş bi daxuyaniya berê re nakokî ye.

Huseyîn Yayman;

Em li ser navê Komîsyonê li vir in. Em ê pirsên miletê ji we bikin. Çav û guhê hemû Tirkiyeyê li vir e. Atmosfera li vir wê bandorê li ser hemû herêmê bike. Ev yek jî li ser navê Tirkiyeyê û herêmê dîrokî ye.

Wek Tifaqa Cumhurê birêz Serokkomarê me û birêz Devlet Bahçelî di warê çareserkirina vê meseleyê de rîsekek mezin girtine ser xwe, ji ber vê yekê jî milet li benda gavên bi lez ên çareseriya vê meselê ye.

Wek encam; em neçarin li ser navê Komîsyon û Tirkiyeyê serkeftinê bînin, berevajî vê ew atmosfera li kolanan wê veguhere awayek pir cuda.

Milet banga 27ê Sibatê girîng dibîne û daxwaza wan ew e ku gavên pratîk zêde bên avêtin, em li ser navê hesasiyeta hemû malbatên şehîdan hatine.

Min di nav heyeta mirovên aqilmend jî cih girt. Em bi nerazîbûnên cidî re rû bi rû man, em neçarin vê bibin serî, di warê gavên pratîk de li gorî encama ji vir derkeve an pêvajo dewam bike anjî wê rê li ber encamek cuda veke.

Di nava vê dema dîrokî de hem Komîsyon hem jî ev hevdîtin xwedî girîngiyek zêde ye. Her kesê ku hevdîtinên Dewlet-Rêxistinê dişopîne dizane ku, di salên 1993-1995-1999-2009-2014an de firsenda guhertina vê dîrokê hatiye, pêwîste li gorî daxuyaniya 27ê Sibatê gavên pratîk werin bilezkirin. Ji komîsyonê bendwariyek zêde heye. Divê xeletiyên berê neyên dubarekirin. Destek nayê dîtin û mekanîka darbeyê heye. Rizgariya ji vê yekê divê rêxistin li Sûriyeyê û Tirkiyeyê û li her cihî li gorî banga Abdullah Ocalan tevigere.

Bîra dîrokî wê xwişk-biratiya Tirk û Kurdan a hezar salî pêk bîne anjî wê şerek rûxandinê û krîzek ji ya îro mezintir û xerabtir biqewime. Li ser vê yekê Fetî Yildiz jî gotiye, ‘Ji bo Tirkiyeyê îdiayek ku qet pêk neyê divê neyê kirin û divê baldarî li ser wê yekê be ku pêvajo neyê sabotekirin’.

Gefa darbeyê heye, pêwîste ev bigihîje zelaliyê.

Em wek heyetek ku meseleya bingehîn ku bi rastiya bîra dîrokî dizanin, heke Tirkiyeya Bêteror pêk were ev jî ew e ku Tirkiye li benda gavên paratîkî ye. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan got, ‘Ez li pey pêngavên pozîtîf im’.

Her kesê di Komîsyonê de gotin ku divê gav3en pratîk werin avêtin û bi lez were tevgerkirin.

Dînamek xurt heye, çimkî veguhezandina navenda rêxistinê ji Qendîlê bo Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake, Abdullah Ocalan wek lîderê rêxistinê pêwîste talîmata teqez bide. Hemû raya giştî û Tirkiye li benda vê yekê ye. Heke ev yek pêk were dê atmosferek pir cuda li pêş bikeve.

Her derdor û aliyê ku li Komîsyonê li wan hate guhdarîkirin, dibêjin heke tundî bi dawî bibe dê Tirkiye gelek bi pêş ve biçe û ji ber vê yekê jî hewcedarî bi gavên şênber heye. Mekanîzmaya darbeyê dê bikeve dewrê ku ev di bîra me de ye.

Peywîra Komîsyonê ew e ku hemû nakokiyên dîrokî ji holê rake û rêyek nû bibîne.

Wî gotiye ku Tirkmen e û binyada wî netewpwerest e û li ser navê biratiyê înîsiyatîf girtiye.

Avakirina Komîsyonê dîrokî ye, di asta eksiriyeta biwesf de hatine vir û pirsên wek, ‘milet ji me dipirse ku encam çiye, li Sûriyeyê dê çek bên danîn? dayikên Amedê ku zarokên xwe dixwazin gelo wê bigihîjin zarokên xwe? çek wê tenê ne ji destan gelo wê di mêjî de bên danîn?’ li benda bersivê ne.

Dema em ji vir derkevin wê rojnmeger bipirsin, wê daxuyaniyek bê dayîn, meseleya bingehîn a li vir wekî ku serokê birêz ê Teşkîlatê aniye ziman (pirsgirêk) zivirandina pedal e, raya giştî jî dizane ku pirsgirêk di rojekê de nayên çareserkirin, diyarkirina nexşerêyê, dayîna peyamên pozîtîf, zêdebûna bendewariyên civakî gelek girîng e, li Tirkiyeyê derûniyek wiha polîtîk heye, hemû bi hev re neçarin ku bi ser bixînin.

Divê ku gavek wiha dîrokî bi encamek dîrokî bê lipêketin berevajî vê wê li peş nekeve.

Pêşketinek baş û baldar heye, tiştên di raboriyê de qewimîn qet wê neyên jibîrkirin û ji bo Tirkiyeya Bêteroro pêk were divê xebat bê kirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît;

Tu gelek selamet û baş xuya dikî. Tenduristiya te jî baş tê xuyakirin, li gelek aliyan hate guhdarîkirin. Em li ser navê komîsyonê li vir in. Me jî xwest em li we guhdarî bikin û me xwest di çarçoveya vê hevdîtinê de ramanên te bi raya giştî re parve bikin.

Kurdan rêxistinbûna xwe pêk tînin û entegrasyona wan Komarê, Komar jî wê bibe karakterek, lê her kes meraq dike ku gelo Komarek çawa.

Ji bo pêvajo li pêş bikeve û ji bo destê Abdullah Ocalan were xurtkirin, hemû gotinên wî bikevin pratîkê, tişta bikeve ser milê Komîsyonê çi ye, me xwest em van fikrên te zanibin.

Sibê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan e, me silavên jinan ji te re aniye.”

 

 

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanKomîsyona MeclîsêPeyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Peyvira ciwanan a herî girîng parastina civakê ye

Ocalan ji bo Şara çi dibêje?

23 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Çareseriya heqîqî konfederalîzma demokratîk e

Rêberê Gelê Kurd: Piştî Komarê Kurd hatin înkarkirin

23 ÇILE 2026
Ocalan: Dê li Sûriyê hêza parastina Kurd hebe

Ocalan: Dê li Sûriyê hêza parastina Kurd hebe

23 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Abdullah Ocalan: Çareserî demokrasiya herêmî ye

23 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Yewîya Demokratîke eşkena problemê kurdan çareser bikero

Girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin weşandin

23 ÇILE 2026
Li Parîsê bazariya qirêj: Sefîrê Îsraîlê gotinên Ocalan piştrast kir

Li Parîsê bazariya qirêj: Sefîrê Îsraîlê gotinên Ocalan piştrast kir

22 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1129)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne