Amed – Girtî Şaban Kaygûsûz ê ku dest û lingên wî yên rastê nînin bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Dayika Kaygûsûz, Zeynep Kaygûsûz xwest kurê wê demildest were berdan û banga hestiyariyê li parlamenter û saziyên sivîl ên civakî kir.
Şaban Kaygusuz (27) di şerekî ku sala 2018an de li Şirnexê diqewime birîndar dibe. Dest û lingên Kaygûsûz ên rastê tên jêkirin. Kaygûsûz piştî binçavkirinê tê girtin. Wî ji Girtîgeha Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê dikin. 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 31 sal cezayê hepsê li Kaygusuz dibire. Kaygusuz herî dawî di 20ê cotmeha 2021an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Hejmara 2yan a Tîpa Tyê ya Bunyana Kayseriyê hate kirin û hêj jî li wir tê ragirtin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê û Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê gelek caran derbarê Şaban Kaygûsûz de raporên “ew nikare di şertên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne” û “Nikare tena serê xwe li girtîgehê bimîne” amade kirin.
Tevî raporên ATKê jî nayê berdan
Şaban Kaygûsûz di 31ê Kanûna 2025an de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî rewşa xwe agahî dan malbata xwe. Şaban Kaygûsûz da zanîn ku du hefte ye di hucreya yek kesî de tê ragirtin û xwest demildest were berdan. Dayika Şaban Kaygusuz, Zeynep Kaygusuzê jî diyar kir ku kurê wê tevî raporên ATKê û nexweşxaneyan nayê berdan û xwest kurê wê demildest bê berdan.
Nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne

Zeynep Kaygûsûz anî ziman ku sedemê neberdana kurê xwe nizanin û wiha got: “Divê mirovekî weke Şaban di girtîgehê de nemîne. Heke heq hiqûq û edalet hebûya niha Şaban li mala xwe bû. Destek û lingekî wî tune ye. Nikare di girtîgehê de bimîne. Bang li rayedarên girtîgehê dikim ku ku kurê min demildest were berdan. Ji ber li Kayseriyê ye nikarim her tim biçim hevdîtina wî. Ez bi vê yekê jî diêşim. Nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne.”
Zeynep Kaygûsûz xwest ku rewşa kurê wê bikeve rojevê û bang li parlamenteran û saziyên sivîl ên civakî yên têkildar kir ku li ser rewşa kurê wê bisekinin.







