Dijwar Îsmaîl ê ji Amûdê ku ji sala 1991an ve li Tirkiyeyê girtî ye piştî 33 salan hat berdan.
Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) ê ji gundê Sinceqa Sedûn a bi ser bajarê Amûdê ve 17ê Îlona 1991an li bakurê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve hat girtin û cezayê muebedê lê hate birîn. Dijwar Nesrî Îsmaîl ew ji ber xebatên xwe yên siyasî tê girtin û bi vê sedemê cezayê muebedê lê tê birîn.
Li gorî qanûnên Tirkiyeyê kesên ku cezayê muebetê digirin, piştî 30 salên divê bên berdan. Tevî ku cezayê Dijwar Îsmaîl 5ê Îlona 2021an bi dawî bû, lê rêveberiya girtîgeha 3 salan bi hincetên cuda serbestberdana wî taloq kir.
Li gorî agahiyên ku malbata Dijwar Îsmaîl dane Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Dijwar Îsmaîl duh di saetên nîvro de piştî 33 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a bajarê Afyonkarahîsarê ya Tirkiyeyê hat berdan.
Dijwar Îsmaîl ê 64 salî û nexweşiyên wî hene, birine Navenda Paşveşandina Biyaniyan. Çav li rê ye ku Dijwar Îsmaîl derbasî cem malbata xwe bibe.