Girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwestin demek ji yadin zûtir cezayê darvekirinê yê Werîşe, Pexşan û Şerîfe bên hilweşandin û bang li hemû kesan kirin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.
Nerazîbûna li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî zêde dibe. 44 girtiyên siyasî yên girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî erêkirina cezayê her 3 jinan daxuyaniyek belavkirin. Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku rejîma Îranê ji bo rê li nerazîbûna giştî bigire û ji bo bêdengkirin û tirsandina civakê, cezayên giran li mirovan dibire û hate gotin; “Li gorî Danezana Mafê Mirovan cezayê darvekirinê hatiye mehkumkirin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û azadîxwazan dikin ku ji bo rê li darvekirinan bigirin, xwedî helwest bin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 16ê Tebaxa îsal de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Her wiha roja 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10ê Mijdara 2024an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her sê girtiyên siyasî heye.