DEM Partî û DBP yên Sêrtê li dijî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava gelek esnafan geriyan banga tevlibûna meşa ku wê sibê bê lidarxistin kirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Sêrt li dijî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava gelek esnafan geriyan û banga tavlibûna meşa ku wê sibê bê lidarxistin kirin. Parlamentera Sêrtê Sabahat Sari Erdogan, Hevşaredarê Sêrt Mehmet Kaysi û gelek kes beşdarî xebatê bûn.
Endamê Meclisa DEM Partiyê yê Sêrtê Abdullah Gongen têkildarî êrişên ku li Rojava têne kirin axivî û got: “Li rojavayê Kurdistanê wekî em dizanin şerekî gelekî dijwar tê meşandin û qetlîamên mezin têne kirin. Her wiha lehengên me yên mezin di avahiyan de têne avêtin. Li hemû deverên Kurdistanê meş û çalakî hene, Bakur û Rojava dibin yek. Em ê roja sêşemê saet di 13:00an de li ber avahiya DEM Partiyê bin û meşê li dar bixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilmê tevli meşa sibê bibin.”














