• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Guh bidin kilamên dengbêjan’

Bilal Guldem / AW

15 KANÛN 2024 - 08:07
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Dengbêj Yavuz li Mala Dengbêjan a Amedê bûbû mêvan û sewta xwe ya xweş bi ser Mala Dengbêjan xistibû. Dengbêj Yavuz got ku divê xwedî li keda dengbêjên koç kirine bê derketin û xwest ciwanên Kurd li şûna “kilamên orkestrayê” bêtir guh bidin kilamên dengbêjiyê.

Dengbêj Yavuz Aydin ji Agiriyê bo dawetekê hatiye Amedê. Bi hatin xwe ya Amedê re bêguman nedibû ku neçe serdana Mala Dengbêjan a Amedê. Beriya ez biçim odeya ku kilamên dengbêjan lê olan dida, min dît dengê qirekek serhedî tê. Piştî ketim odeyê min dît civat li dora dengbêj Yavuz xweş û geş bûye û ew jî bi qirikek û şêwazek serhedî kilam li ser kilamê dibêje.

Dengbêjê navborî li odeyê ji bo mêvanên dihatin serdanê, gelek kilam gotin û dengê wî jî wek ava zozanên Serhedê xweş û zelal bû. Di nav dengbêjan de yê ciwan dengbêj Yavuz xuya dikir. Her çiqas kilaman diavêt ber dengbêjên Mala Dengbêjan jî lê van dengbêjan xwe nedidan berê. Wan bi şêwaza xwe kilaman digot û Yavûz jî bi şêwaza xwe digot.

Geh kilamek herêma Serhedê digot geh kilamek herêma Amedê û deverên din digot. Mêvan û guhdarên xwe gelek şanaz û kêfxweş kir.

Li gorî bayanatên dengbêj ew di bin bandora dengbêj Tahiro de maye û xwe wek şagirtê wî dibîne. Dengbêj Tahiro çend sal berê koça dawî kiriye. Dengbêj Yavuz dibêje ku ji temenê zarokatiya ve bala wî li ser dengbêjiyê heye.

Dengbêjan çanda gelê Kurd heta îro anî

Dengbêj Yavuz piştî civat û kilambêjiya xwe qedand, ji ajansa me re axivî. Dengbêj Yavuz diyar kir ku ew li Agiriyê li ser dengbêjiyê dişixûle û got ku çi ji destê wî tê ew li ser şopa dengbêjên nemir dimeşe û kilaman dibêje. Dengbêj Yavûz anî ziman ku dengbêjî karekî zehmet e lê belê çand û jiyana gelê Kurd ji ber ku nehatiye nivîsandin lewma dengbêjî karekî zehmet û girîng e. Dengbêj Yavuz da zanîn ku dengbêjan bi kilam û bêjiya xwe çand û jiyana Kurdan heya niha anîne. Dengbêj Yavuz diyar kir ku dengbêjan qewimandin û bûyer û kêfxweşiyên hatine serê Kurdan bi stranên xwe anîne heta roja me ya îro û got: “Em dixwazin ciwanên me yên dengbêj vê çand û hunerê bidomînin.”

‘Divê ciwanên me guh bidin kilamên dengbêjiyê’

Dengbêj Yavuz destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku nifşên pişt wan jî dengbêjiyê berdewam bikin û heke ev çand berdewam neke wê keda dengbêjiyê berhewa bibe. Dengbêj Yavuz anî ziman ku keda dengbêjên koça dawî kirin e berhewa nebûye çimkî dengbêj û stranbêjên ku îro stran û çanda wan bi pêş ve dibin hene. Dengbêj Yavuz da zanîn ku heke xwedî li dengbêjiyê neyê derketin dê ked û kilamên dengbêjên gorbihûşt û yên dengbêjên niha jî wê berhewa bibe. Dengbêj Yavuz destnîşan kir ku pêwîste ciwanên gelê Kurd ji “kilamên orkestrayê” bêtir guh bidin dengbêjiyê û li ser dengbêjiyê bişixûlin.

 

Etîket: dengbêjYavuz Aydin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

11 MIJDAR 2025
Roja yekem a Mihrîcana Hîlarê bi coşek mezin dawî bû

Roja yekem a Mihrîcana Hîlarê bi coşek mezin dawî bû

4 COTMEH 2025
Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

6 ÎLON 2025
Dengbêj Silêmanê Şirnexî koça dawî kir

Dengbêj Silêmanê Şirnexî koça dawî kir

3 ÎLON 2025
‘Serok gav avêt divê Erdogan û Bahçelî jî gavan biavêjin’

‘Serok gav avêt divê Erdogan û Bahçelî jî gavan biavêjin’

13 TÎRMEH 2025
‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

4 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne