Guler Bîlen a ku sê caran berdana wê hatibû taloqkirin, piştî 32 salan ji girtîgehê derket.
Guler Bîlen a di 17 saliya xwe de, di sala 1994an de li bajarê Edeneyê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birin, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket.
Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê sê caran û her carê bi 3 mehan berdana Guler Bîlen taloq kiribû.
Guler Bîlen ji girtîgehê hat berdan û li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.