Sekreterê Giştî yê NYê êrişên “neqanûnî” yên li Rojhilata Navîn şermezar kirin, hişyarî da ku şerê zêde li çend welatên herêmê dikare ji kontrolê derkeve û banga agirbestê û vegera danûstandinên dîplomatîk ên cidî kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres “êrişên neqanûnî” yên li Rojhilata Navîn şermezar kirin, hişyarî da ku aloziya herêmî ya li gelek welatan diqewime dikare ji kontrolê derkeve.
Guterres da zanîn ku hemû êrişên neqanûnî yên li Rojhilata Navîn û derveyî wê dibin sedema êş û zirarên mezin ji bo sivîlan li seranserê herêmê û gefek cidî li ser aboriya cîhanê çêdikin.
Guterres anî ziman ku rewş dikare ji kapasîteya her aliyekî ku wê kontrol bike wêdetir xirabtir bibe û destnîşan kir ku dem hatiye ku şer rawestin û ber bi danûstandinên dîplomatîk ên cidî ve biçin.













