• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NYê rewşa Sûriyeyê, lihevkirina HSDê û hikûmetê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan / AW

13 SIBAT 2026 - 22:19
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Konseya Ewlekariyê ya NYê li ser lihevkirina HSDê û hikûmeta demkî, rêveçûna entegrasyonê û girîngiya temsîlkirina tevahî gelê Sûriyeyê civiya.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyê Yekbûyî (NY) ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Sûriyeyê civînek li dar xist, bal kişand ser lihevkirina di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), rêveçûna entegrasyonê, dozên ewlehî û herêmî.

Girêdayî mijarê, Cîgirê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Claudio Cordone diyar kir ku xebat ji bo pêkanîna lihevkirinê bi awayekî erênî didomin, daxwaza rêkeftinên ewlehiyê yên qebûlkirî di navbera Sûriye û Îsraîlê de kir û amaje bi pêwîstiya temsîlkirina tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di Meclisa Nûneran de kir.

Li aliyekî din jî, nûnera Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê guherîneke bingehîn û erênî derbas kiriye û Serok Vladîmîr Pûtîn ji nû ve entegrekirina bakurê rojhilatê Sûriyeyê wekî gaveke girîng ber bi yekitiya Sûriyeyê ve dibîne, di heman demê de li dijî têkbirina berdewam a hewldanên Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hişyarî da.

Nûnerê Danîmarkayê jî lihevkirina di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û HSDê de pêşwazî kir û daxwaza pêşîniyê da pêvajoya entegrasyona aştiyane û got ku pêdivî ye pêvajoya siyasî bi awayekî zelal berdewam bike.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgirî da yekitî û serweriya Sûriyeyê, lihevkirin wekî gaveke dîrokî ber bi lihevhatinê ve bi nav kir. Nûner pabendbûna Washingtonê ji bo piştgiriya pêvajoyê û rêveçûna entegrakirina bakurê rojhilatê Sûriyeyê ragihand û biryarnameya Serokatiyê ya hejmar 13an, ku Kurdan wekî beşek yekgirtî ya Sûriyeyê nas dike, pêşwazî kir, pesnê rola HSDê ya têkoşîna li dijî DAIŞê da.

Nûnerê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî destnîşan kir ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûye destkeftiyek neteweyî û tiştê ku li bakurê rojhilatê welet hatiye pêk hatiye yekîtiya welêt pêk tîne û îsbat dike ku ne serketî ne jî têkçûyî hene.

Cîgira Nûnerê Fransayê piştgiriya welatê xwe ji bo Sûriyeyê di pêkanîna yekitî û aramiyê de dubare kir û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya hewldanên ji bo şerê li dijî DAIŞê, zêdekirina ewlehî û aramiya welêt bidomînin.

Etîket: hikûmetHSDlihevkirinNYrewşSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

Mazlûm Ebdî dê îro bi Barrack û Barzanî re bicive

16 HEZÎRAN 2026
Tom Barrack li Bexdayê ye

Tom Barrack li Bexdayê ye

15 HEZÎRAN 2026
Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

14 HEZÎRAN 2026
Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

11 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (473)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne