• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Meşhedê hêzên rejîmê êrişî gel dikin

    Li Meşhedê hêzên rejîmê êrişî gel dikin

    Bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana HSDê’ meşiyan

    Jinên Loristanî: Netirsin werin serî hildin

    Jinên Loristanî: Netirsin werin serî hildin

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ferhad Şamî: Nûçeyên ku dibêjin li Helebê agirbest hat îlankirin derew in

    Mesûd Barzanî: Gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye

    Mesûd Barzanî: Gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye

    Bafil Talabanî: Bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin

    Bafil Talabanî: Bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Meşhedê hêzên rejîmê êrişî gel dikin

    Li Meşhedê hêzên rejîmê êrişî gel dikin

    Bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana HSDê’ meşiyan

    Jinên Loristanî: Netirsin werin serî hildin

    Jinên Loristanî: Netirsin werin serî hildin

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ferhad Şamî: Nûçeyên ku dibêjin li Helebê agirbest hat îlankirin derew in

    Mesûd Barzanî: Gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye

    Mesûd Barzanî: Gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye

    Bafil Talabanî: Bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin

    Bafil Talabanî: Bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Divê Tirkiye dest ji gefxwarina Rojava berde

Enqere / AW

6 ÇILE 2026 - 14:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de bertek nîşanî gefxwarinên Devlet Bahçelî û rêyedarên Tirkiyeyê li dijî HSDê da û got: “Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe. Divê desthilat dest ji gefxwarinê berde. Em ji MHPê re jî dibêjin; zimanê gexwarinê aştiya herêmî bi xwe re nayîne.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew hêvî dikin sala 2026an ji bo gelan bibe sala aştî, aramî, wekhevî û azadiyê. Tulay Hatîmogullari mamosteyê Çapemeniya Azad nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol jî bi bîr anî û got ku mamoste Huseyîn ne tenê di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê de pirek bû, di heman demê de çinara Çapemeniya Azad bû.

Tulay Hatîmogullari bi minasebeta salvegera 10emîn a Pakize Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ku di 4ê Çileya 2016an de li qedexeya derketina derve ya Silopiya de hatibûn kuştin bi bîr anî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku sala 2025an ji bo gelên Rojhilata Navîn saleke tije derbas bûye. Tulay Hatimogullari bi rasthatina sala nû endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di sala 2025an de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser erdheja 6ê Sibatê ya 2023yan û got ku tevî 3 sal derbas dibin jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine kewandin û bang li rêyedaran kir ku ji pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser bikin. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a a Ewropayê ya ji bo Selahattîn Demirtaş û girtiyên doza Kobanê û xwest biryarên dadgeha navborî pêk were û girtiyên siyasî bên berdan.

‘Êdî dem dema avêtina gavan e’

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2025an de bûye hêvî û got: “Tevgera Azadiyê li ser banga birêz Ocalan îradeyek nîşan da. Hemû dinyayê jî ev yek dît. Birêz Ocalan bi banga xwe ji bo aştiyê derfetên mezin afirand. Weke DEM Partiyê me jî berê xwe daye demokrasiyê û hêviya me jî siberojek bi edalet e. Me jî li ser vê esasê hem muzakere û hem jî têkoşîn bi hev re da meşandin. Li Meclîsê jî komîsyonek ava bû. Komîsyonê bi birêz Ocalan re jî hevdîtinek pêk anî. Bi vê yekê pêvajo jî derbasî merhaleyeke nû bû. Lê desthilat û dewlet li gorî van geşedanan gavên berbiçav neavêt û ji bendewariyên gel re nebû bersiv. Êdî dem dema avêtina gavan e. Ji bo wê jî di sala 2026an de peywîrên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Pirsgirêka mezin ev e; Derfeteke dîrokî ji bo aştiyê hatiye afirandin lê li gorî vê derfetê gavên şênber ên siyasî û hiqûqî pêk nehatine. Pêvajo bi awayekî nediyar tê birêveberin. Aştî şênberî û wêrekiyê dixwaze. Ev pêvajo bi niyetên devkî pêşve naçe lê bi paketeke demokratîk û aştî ku ji Meclîsê derkeve pêk tê.”

‘Divê şert û mercên azad ji bo Abdullah Ocalan pêk were’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê gava sereke pêkanîna şert û mercên xebata azad a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Niha hemû partiyan raporên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Niha şûnve divê raporeke hevpar bê amadekirin. Rapora hevpar jî divê xizmeta çareseriyê bike. Berpirsyariya komîsyonê ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û pevçûnê derxe û ji bo wê zemîneke hiqûqî û siyasî amade bike. Ji ber wê jî divê ji bo endamên PKKê qanûnên taybet bên çêkirin. Rejîma qeyiman divê bi dawî bibe. Qanûnên entegrasyona demokratik pêk were. Di qanûna înfazê de guhertinên berfireh bi edalet û wekhev pêk werin. Girtiyên siyasî demildest bên berdan. Em li vir bang li desthilat û muxalefetê dikin ku aştî bi hesabên deng wergirtinê û hilbijartinê pêk nayê û divê aştî nebe qurbanê hilbijartinê. Berpirsyariya desthilatê ew e ku bi gavên şênber û bawer biavêje û pêvajoyê pêşve bibe. Berpirsyariya muxalefetê jî ew e ku ji dûr ve li pêvajoyê temaşe neke û bibe parçeyekî çareseriyê. Çareseryeke demokratik xizmeta yekîtiya gelên Tirkiyeyê dike. Dijderketina pêvajoyê di heman demê de dijminatiya li dijî siberoja welat e. Weke DEM Partî em ê li Meclîsê aştiyê biparêzin û li kolanan jî bi rêxistin bikin. Em di vê çarçoveyê de sala 2026an jî xebatên xwe bidomînin. Di sala 2026an de aştî, azadî, aramî û wekhevî dê bi ser bikeve. Em vê soze didin gelên xwe.”

‘Hewcehî bi Tevgereke Aştî ya Enternasyonalîst heye’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser geşedanên li cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em geşedanên li cîhanê dinêrin careke din dibînin ku aştiya navxweyî çiqas girîng e. Amerîka hiqûqa navneteweyî nas nekir û ket Venezuelayê. Ev yek jî nîşan dide ku di siberojê de emperyalîzm dê bihîje çi aste. Girtina Maduro nîşan dide ku tu dewlet û siyasetmedarek ne di ewlehiyê de ye. Çareserî pêkanîna mafê azadiyê ya gelên Venezuelayê ye. Çareserî ne destwerdana hêzên derve ye û ne jî rejîmeke dîktator e. Çareserî vîna azad a gel e. Ji bo pêşî girtina şerê emperyalîstan pêdivî bi rêxistinkirina Tevgereke Aştî ya Enternasyonalîst heye. Li dijî destwerdanan derve divê Tirkiye û Îran jî dev ji zextên xwe berdin. Bi gelan re aştiyê pêk bînin û demokrasî û azadiyeke rast pêk bînin. Ev yek ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn derbasdar e. Em li rex jin û ciwanên gelên Îranê ne. Li rex gelê Kurd ên Îranê ne. Bi vê minasebetê careke din Jîna Emîn bi bîr tînim.”

‘Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe’

Tulay Hatîmogullari derbarê êrişên hikumeta demkî ya Şamê li dijî Elewiyan jî ev yek anîn ziman: “Yên ku ji Elewiyan re fermanan derdixînin û bêdeng dimînin sûceke mezin dikin. Em vê komkujiya li dijî Elewiyan qebûl nakin. Tevî van kiryarên hikumeta Şamê jî gefan li Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin ku tev li hikumeta demkî ya Şamê bibin. Ji Rêveberiya Xweser re dibêjin teslîm bibin. Ev yek ne biratî ye û ne jî hişmendiyeke wekheviyê ye. Peyama sersalê ya birêz Ocalan pirr girîng bû. Piştî peyamê bi çend saetan Wezîrê Parastinê gef li Rojava xwar. Em careke din dibêjin dev jî vî zimanê gefxwarinê berdin. Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe.”

‘Divê MHP dev ji zimanê gefxwarinê berde’

Tulay Hatîmogûllari bersiva gefa Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya li dijî HSDê jî da û got: “Em ji MHPê re jî dibêjin; zimanê gefxwarinê aştiya herêmî bi xwe re nayîne. Bi dawîbûna pirsgirêkên Sûriyeyê bi demokrasiyê pêkan e. Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê hevdîtinek pêk anîn. Hêviya me jî ew e ku ji van hevdîtinan çareseriyek derbikeve. Weke ku birêz Ocalan jî got divê Tirkiye jî bi roleke erênî di vê pêvajoyê de rabe. Ya ku li Sûiyeyê ji bo Tirkiyeyê xetereye ne Rêveberiya Xweser e lê DAIŞ û çeteyên din bi xwe ne. Yên ku ji Kurdan re dibêjin teslîm bibin di serî de li dijî DAIŞê divê helwest nîşan bidin. Gefxwarina li dijî Kurdan cesaretê dide DAIŞê. Ya ku dawî li DAIŞê bîne jî pêkanîna hiqûqa biratiyê ya li Tirkiye û Sûriyeyê ye.”

 

Etîket: Tulay Hatimogullari
FacebookTweet

Nûçeyên Din

MYKa DEM Partiyê bi rojeva Rojhilat û Rojava civiya

MYKa DEM Partiyê bi rojeva Rojhilat û Rojava civiya

7 ÇILE 2026
Wêneyê ‘Jinên Kurd’ di koleksiyona Global 50/50 de cih girt

Wêneyê ‘Jinên Kurd’ di koleksiyona Global 50/50 de cih girt

30 KANÛN 2025
Hatimogûllari li Êlihê got: Em li dijî budçeya şer dimeşin Enqereyê

Hatimogûllari li Êlihê got: Em li dijî budçeya şer dimeşin Enqereyê

12 KANÛN 2025
Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

Hatîmogullari: Divê edî komîsyon derbasî merhaleya qanûnî bibe

25 MIJDAR 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

20 MIJDAR 2025
DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

Demîrtaş: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

5 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (203)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne