Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di civîna deklarasyona Newroza 2026an a li Stenbolê de axivî û diyar kir ku ew ê li vir banga yekîtiyê dikin û bi ruhê yekîtiyê agirê Newrozê geş bikin û got: “Em dixwazin her kes bi rengê xwe tev li Newrozê bibe. Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navî. Em ê qîr bikin ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad ji bo pêvajoyê bixebite.”
Koordînasyona Navendî ya Newrozê bi armanca eşkerakirina deklarasyona Newroza 2026an ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” dê bê pîrozkirin, li Hotel Elît Worlda navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê eşkere kir. Piştî xwendina deklarasyonê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî.
Li eywanê pankarta “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û wêneyê Sirri Sureyya Onder hate vekirin.

‘Ev Newroz dê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn’
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û destnîşan kir ku ew îro deklarasyona Newroza 2026an eşkere dikin û got: “Newroza 2026an Newroza azadî û demokrasiye ye. Ev her du peyv ji Tirkiyeyê re gelek hewce ye. Heta ku Tirkiye û herêm demokratîk nebe pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din jî çareser nabin. Şerê Ukrayna heye û îro êrişên li ser Îran û Rojhilata Navîn heye. Newroza 2026an dê bibe meşeleya aştiyê. Ev Newroz bila bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn. Jixwe banga birêz Abdullah Ocalan jî bi vê sedemê pêk hatibû.”
‘Newroz azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye’
Tulay Hatimogullari anî ziman ku duh ew ji bo 8ê Adarê li qadan bûn û wiha axivî: “8ê Adarê gelek çalak bû, ji ber ku her roj jin tên kuştin. Em jin em ê bi ruhê 8ê Adarê qadên Newrozê bixemlînin. Divê li dijî zilmê û neheqiyê yekîtiya gel were avakirin. Heke yekîti were avakirin dê hêzêk rêxistinkirî derkevê holê. Em li vir bang dikin ku werin em bibin yek û agirê Newrozê geş bikin. Her kes bi rengê xwe bila tev li Newrozê bibe. Saziyên civakî û jinan bang dikin. Em bi hev re qîr bikin ji bo pêvajoyê divê gavên demokratîkbûyînê bixwazin. Em ê qîr bikin ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad ji bo pêvajoyê bixebite. Newroz azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.”
Di dawiyê de li strana Newroza 2026an û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya berê ji bo Newrozê kiribû, hate guhdarîkirin û temaşkirin.













