Li Êlihê bi pêşengiya TJAyê têkildarî kuştin û kiryarên qirêj ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê hem nobet hat girtin û piştî nobetê jî daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê û bêkontroliyê li vî welatî veguherîne pêkanîneke sîstematîk.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li parka pêşiya Edliyeya Êlihê têkildarî kuştin û kiryarên qirêj ên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê çalakiya nobedê hat lidarxistin û piştî nobedê jî daxuyanî dan. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Rêveber û endamên DEM Partî yên Rihayê, Şaxên OHD, ÎHDê yên Êlihê, parêzerên Baroya Êlihê û gelek endamên saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes tev li bûn. Di bernameyê de dowîz û pankarta ku li ser wan, “Ji bo wijdanê civakî edalet”, “Efûkirina îstîsmara zarokan nabe”, “Te ne parast, tu yê hesab bidî”, “Sûcên ku ser wan hatine girtin em ê derxin ronahiyê”, “Rastî di tariyê de namînin”, “Divê mala Lênihêrînê ya Şîfayê bê girtin”, “Bes e” û “Li dijî tacîz, tecawiz û her cûre tundiyê em di nobetê de ne” hatibûn nivîsandin hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
‘Ewqas bêbextî û bêexlaqî bi destê kê tê nixumandin?’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got ku şeş roj in li Êlihê gelek rêxistinên sivîl û demokratîk, li dijî îdiayên tundiyê destavêtina zayendî û mirina bi guman a ku li wê navendê derketine holê, di nobeta edaletê de ne û wiha axivî: “Pergala ku em tê de dijîn pênase dikin, tişta yekem divê were gotin ev e; ka pergaleke rizîbûyî ji bo hilweşandina civakê çawa dixebite? Tiştên ku li wir qewimîne jî mînakeke li ber çavan e. Li holê pergaleke tundî ya organîzekirî heye. Em qala toreke wisa dikin ku ji dermanfiroşan bigire heta xebatkarên Midûriyeta Tenduristiyê, ji xebatkarên rehabîlîtasyonê heta xwediyên kargehan, ji wezîfedarên giştî heta mufetiş û kontrolkeran dirêj dibe. Rant û qezencek heye ku li ser tundî û jiyana xwe ji dest dana mirovan tê kirin. Li dijî vê avahiyê divê tu kes bêdeng nemîne. Ji bo aşkerekirina vê çeteyê, divê li pêşiya jinan, gel û raya giştî ya demokratîk ku li kolanan têdikoşin, astengî neyên derxistin. Ew qas bêbextî û bêexlaqî bi destê kê tê nixumandin? Di cotmeha 2025an de gilî tê kirin, lê tu muamele nayê kirin. Piştre careke din gilî tê kirin, dîsa tu gavek nayê avêtin. Lê di hevdîtin û kontrola meha Hezîrana 2026an de ku hatiye kirin, derdikeve holê ku îdiayên hatine ziman rast in.”
‘Divê meqamên dadwerî lêpirsînê kûr bikin’
Di berdewama axaftina xwe de Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser peyamên ku xebatkaran di navbera xwe de şandine di dosyayê de hene û wiha bi dawî kir: “Li ser laşê mirovekî cixare tê vemirandin, wêneya wê tê girtin û di navbera xebatkaran de tê parvekirin. Mirovên wisa hene ku dîmenên tundiyê li ser kal û pîran bi hev re parve dikin û bi vê yekê kêfxweş dibin. Tevî vê yeke jî mirovên xwedî wijdan jî hebûn. Bi saya giliyê yek ji xebatkarên berê, ev şebekeya tundiyê û mirinê, her çiqas hindik be jî hat eşkere kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 83 kes hatin binçavkirin û ji wan 16 kes hatin girtin. Lê ev dosya xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare têkiliyên hîn mezintir yên li pişt perdeyê derxe holê. Divê meqamên dadwerî lêpirsînê di vî aliyê de kûr bikin. Tu ravekirina wê nîne ku giliyên salek berê hatine kirin, hatine sekinandin. Em behsa saziyekê dikin ku li ber çavan mirov tê de hatine kuştin û rûbirûyî îşkenceyê hatine hiştin. Li vir em dibînin ku polîtîkayên taybetmendîkirinê çawa encamên giran didin jiyana gel. Em dibînin ku polîtîkayên tenduristiyê yên dewlet û desthilatdariyê çawa ji navendên rehabîlîtasyonan heta nexweşxaneyan, ji otêlan heta malan belav bûne. Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê û bêkontroliyê li vî welatî veguherîne pêkanîneke sîstematîk.”



















