Qeyûmê Esenyurtê dixwaze Parka Recep Tayîp Erdogan talan bike û li vir avahiya polîsan çêbike. HDK’ê li parka ku qeyûm dixwaze talan dibe çalakî li dar xist û diyar kir ku ew ê li dijî wan li ber xwe bidin.
Şaredariya Esenyurtê ya bi destê qeyûmê tê rêvebirin, dixwaze di Parka Recep Tayîp Erdogan de avahiya polîsan çêbike. Bi pêşengiya HDKê li parka ku tê xwestin were talankirin çalakî hat lidarxistin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê qeyûn şandine şûna wî, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
‘Ev park ji bo erdehejê jî girîng e’
Ahmet Ozer di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî çêkirina avahiya polîsan 15 partî û saziyên civakî hatin gel hev û wiha axivî: “Îro tenê AKP û MHP dixwaze vê parkê bike cihê emniyete. Ev park ji bo erdehejê jî girîng e, ji ber ku li vir cihê kombûnê ye. Divê ev park were parastin û sepanê qeyûman bi dawî bibe. Îro pêvajoya aştiyê heye ji bona wê jî em dixwazin polîtîkayên qeyûmê bi dawî bibe.”
‘Bi navê polîtîkayên ewlehiyê zirarê didin gel’
Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku divê qadên gel bên parastin ûwiha got: “Park cihê bêhnvedanê ye. Bi navê polîtîkayên ewlehiyê zirarê didin gel. Tirkiye welateke erdhejê ye, pedivî bi cihên kombûnê heye. Lê belê îro tê xwestin ku ev park were talankirin. Gelê Esenyurtê wan hilnebijart, ji bona wê divê li ser navê Esenyurtê kar nekin.”
‘Em ê li dijî wan li ber xwe bidin’
Di dawiyê Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku Esenyurt navçeya herî mezin a Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Bi îmzeyekî vê navçeyê xesp kirin. Qeyûm xesp e. Di hiqûqê de jî cihê vê tune ye. Îro pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ heye, lê hê jî li Kurdistanê polîtîkayên qeyûman didome. Em ê li dijî wan li ber xwe bidin. Gel jî dê xwedî li parkê û jiyana xwe derkeve.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.














