Hejmara meha Sibatê ya Kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî ku mijarên girîng ên di rojeva Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de cih digirin, hate weşandin. Kovar balê dikişîne ser qeyrana pergalî û rola Kurdan a li Rojhilata Navîn.
Hejmara 2yemîn a kovara Ozgür Halkê ya meha Sibata 2026 hate weşandin. Di hejmara nû de li ser pêşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn, krîza pergala kapitalîst û nîqaşên civaka demokratîk gelek nivîs û nirxandin cih digirin.
‘Projeyên bêyî Kurdan nikarin serbikevin’
Kovarê sernava, “Tu Projeyên Kurdan li ber Çavan Negirin Nikarin Serbikevin” wekî manşet derxist pêş. Di vê çarçoveyê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û rola Kurdan di pêvajoyên siyasî yên Rojhilata Navîn de nirxandin cih digirin. “Pirsgirêkên Vesaziyê û Pêşengtiya Dema Nû”, “Pêşketina Kedê: Cîhanek Nû Pêkan e” û “Hiqûqa Entegrasyona Demokratîk” sernavên din ên kovarê di berga pêşiyê de tercîh kirin e.
Di hejmara nû ya kovarê de van mijaran cih girt:
Tu Projeyên Kurdan li ber Çavan Negirin Nikarin Serbikevin
Pirsgirêkên Vesaziyê û Pêşengtiya Dema Nû
Pêşketina Kedê: Cîhanek Nû Pêkan e
Hiqûqa Entegrasyona Demokratîk
Formûla Bingehîn a Şer li Rojhilata Navîn Rawestîne Xeta Neteweya Demokratîk e
Di Dîrokê de Nakokiya Bingehîn di Navbera Dewlet û Komînê de Ye
Di nivîsan de bi giranî mijarên derdikevin pêş. Li ser mijaran nivîskar aliyê dîrokî, siyasî, çandî û civakî dinirxînin û mijarê bi her alî ve nîqaş dikin.
Nîqaşên li ser krîza kûrevî û Rojhilata Navîn
Di nivîsê de krîza modernîteya kapîtalîst, têkoşînên hêzên cîhanî û guherînên siyasî yên li Rojhilata Navîn hatine nirxandin. Di vê çarçoveyê de tê daxuyandin ku Kurdan di pêvajoya nû ya siyasî ya herêmê de bûne aktorek sereke.
Nîqaşên li ser civaka demokratîk
Di nivîsa “Pirsgirêkên Vesaziyê û Pêşengtiya Dema Nû” de jî li ser stratejiyên siyasî, têkoşîna civakî û pêşengiya di pêvajoya nû de nirxandinên girîng tên kirin.
Mijara ked û civaka nû
Di kovarê de nivîsa Ali Haydar Kaytan a bi navê, “Pêşketina Kedê: Cîhanek Nû Pêkan e” li ser nîqaşên ked û jiyanek nû tê rawestîn. Di vê nivîsê de li ser rola kedê, têkoşîna azadiyê û perspektîfa civaka nû dahurandin, nîqaş û nirxandin tên kirin.
Di hejmara nû de her wiha li ser mijarên wekî hiqûqa entegrasyona demokratîk, modela neteweya demokratîk û çareseriya şerên li Rojhilata Navîn jî nivîsên berfireh cih digirin.













