Helbestvan Hekîm Sefkan bi helbesta xwe ya navê, “Ev Birîn Kevne” balê dikişîne ser bêbextiya hêzên navdewletî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê.
Helbestvan Hekîm Sefkan ji bo balê bikişîne ser xiyanet û bêbextiya li dijî Rojavayê Kurdistanê hate kirin helbestek bi navê, “Ev birîn kevne” bi tevî klîba wê ve amade kir. Hekîm Sefkan di gotinên helbestê de balê dikişîne ser seranserê dîrokê ku xiyanetên bi destê hêzên cîhanî li Kurdan hatiye kirin. Klîb li ser hesabên platformên medya dîjîtal ên Med Huner ango Med Muzîk TVyê hate belavkirin.
Hekîm Sefkan kî ye?
Hekim Sefkan di sala 1970yî de li bajarê Amûdê yê Rojava ji dayik bûye.
Nivîskarê bi dehan stranên bi nav û deng e. Wek mînak: “Ey Şehîd (Xelîl Xemgîn gotiye), Roj Baş Gerîla (Beser Şahîn gotiye), Ez Şehîd im Pakrewan im (Comerd gotiye), Dîrok” helbestên Hekîm Sefkan in. Sirûda 15ê Tebaxê (Koma Berxwedan gotiye) jî wî nivîsiye.
Du pirtûkên helbestan ên Hekîm Sefkan çap bûne û sê kasetên wî hene. Navê pirtûkan “Bîstikek Tije Sal” û “Xwedana Siye” ye.
Gotinên helbestê wiha ne:
‘EV BIRÎN HEVNE’
“Ev birîn ne ya vê rojê ye
Lê ev çiye ku qamuş nagire
Ev xencera di pişti min de
Cêwiyê rûreşiya dîrokê ye
Ev kêrên ku pêsîrên min parçe dikin,
Zingara wê ji nav qîlên Asanayê maye
Ev birîn kevn e kevn
Benên di stûyê min de bi bêhna kalên me hatiye şûştin
Hîn bêhna Şêx Seîd, Seyîd Riza û Şêx Abduselam ji van benan tê
Ev birîn kevn e kevn
Ne ya vê rojê ye.
Û Deniz û Barîn. Berdewama tazîjinên Dêrsimê ne
Û Kobanî wêneyê rengin ê Geliyê Zîlan e
Em ji rengên eşên xwe
Ji mezinbûna birînên xwe
Kujerên xwe jî nas dikin
Ev birîn kevn e kevn
Giyanê ku we li Agirî binax kir
Hêrsa ku we li Dêrsimê vemirand
Zarokên ku di Enfalê de bisaxî binerd kirin
Her şev mêvanên xewnên we ne
Loma hûn har û hov in
Û em jî serhişkin
Ev çi kîne
Ku xwîn ji nava diranên we diherikin
Ev çi dunyaye ku bûye mazata deyûzan
Ev çi civak û sazî û derewin.
Mîna keriyên genan
Artêşên guran in
Kaxetên we niviştên vala ne
Bangên we qeb-qeba kewan in
Xefk in xefk
De kaxetên we serên we bixwin
De civakên we di bin erdê kevin
Kîjan nivişta we pîrhebokên êrişkar wenda kirin
Kîjan xaçên we vampîrên har rawestandin?
De hiş bin
Kerr bin ku hûn kerr in
Mîna ayetên xwe kerrin
Mîna pirtûkên xwe
Mîna xaç û mizgeftên xwe kerr in kerr
Kîjan gef û bangên we bedenên bûzgirtî yên zarokên Kobaniyê germ kirin?
Ne hûn bin ne perlaman û civakên we bin
Ne hûn bin û ne ayet û niviştên we bin
Ev birîn kevn e kevn
Ev xencera di pişta min de
Cêwiyê rûreşiya dîrokê ye
Ev kêra li ser stûyê min
Doxa wê ji darê zilma we ye
Hesinê wê karê we ye
Û qesab şagirtê we ye
Lê ev ax fêrî razanê nebûye
Û wê nehêle hûn jî razên”












