• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

    Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

    Îranê êrişî baregeha Komele kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

    Îranê êrişî baregeha Komele kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

    Heyetê Rayberîya Merkezî yê DEM Partî kom bi

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 11ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

    Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

    Îranê êrişî baregeha Komele kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

    Îranê êrişî baregeha Komele kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

    Heyetê Rayberîya Merkezî yê DEM Partî kom bi

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 11ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

Esra Polat / AW

11 ADAR 2026 - 11:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Ramazan Ozturk û Farûk Balikçi ku qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn wiha gotin: “Helebce bîr e, ev bîranîna biêş, di bîra gelê Kurd de wekî birîneke kûr ku nayê jibîrkirin cih digire. Helebce di heman demê de şahidiya herî mezin a bêdengiya mirovahiyê ye.”

Di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişên kîmyewî yên rejîma Baasê de, polîtîkayeke sîstematîk a qirkirinê hate meşandin. Di êrişên kimyewî de herî kêm 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn. Rojnameger Ramazan Ozturk û Faruk Balikçi piştî komkujiyê diçin herêmê bi wêneyên xwe dibin şahidên komkujiyê. Ramazan Ozturk û Farûk Balikçi ku wêne û nerînên xwe weke nûçe û rapor bi raya giştî re parve kirin, bi wêneyên xwe bûn dengê gelê Helebceyê di salvegera 38êmin a Komkujiya Helebceyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Hêj jî gotinên dijminatî berdewam dikin’

Ramazan Ozturk diyar kir ku tevî ku bi dehan sal derbas bûne jî, rastiyeke ku neguheriye dibîne û hêj jî heman polîtîkayên înkarê, gotinên dijminatî berdewam dikin û got: “Li cîhanê hêj jî civakên wisa hene ku di pejirandina Kurdan wekî gelekî xwedî ziman, çand û dîrok ku nifûsa wan nêzî 50 mîlyonan e de zehmetiyê dikişînin. Heya fêmkirinên wisa hatin dîtin ku îdîa dikirin zimanekî bi navê Kurdî tune ye û ev yek di tomarên fermî de jî bi cih kirin. Paradokseke mezin e ku gelekî qedîm ê xwedî rabirdûyeke hezar salan, di sedsala 21an de jî neçar dimîne ku ji bo îspatkirina nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe têkoşînê bide. Ez bi salan e hewl didim vê nakokiyê fêm bikim. Ez hêj jî tênegihiştime ku hişmendiyeke dikare mirovan bi hovîtiyê bikuje, berhema kîjan kîn û nefretê ye. Ji bo kîjan hesabên berjewendiyê komkujiyeke wisa dikare bê kirin. Van pirsan di roja ku min lingê xwe danî Helebceyê de jî hişê min mijûl dikirin, îro jî mijûl dikin.”

‘Ji ber ku daxwaza azadî, maf û edaletê dikirin hatin qetilkirin’

Ramazan Ozturk anî ziman ku mirina piraniya qurbaniyên Helebceyê ku zarok bûn, careke din qîr dikir ku şer dikare çiqas bêwijdan be û ev tişt gotin: “Li hemberî van dîmenan li ser piyan mayîn bi xwe jî dijwar bû. Min nedixwest bawer bikim ku mirov dikare mirovekî din bi vî rengî bêrehm bikuje. Min hewl dida fêm bikim ka rejîmeke ku heta wê astê dîn bûye ku jin, zarok û kal û pîran bi gazên jehrî bikuje, xwedî kîjan halê ruhî ye. Kesên ku ev dikirin di destpêka axaftinên xwe de behsa Xwedê û olî dikirin. Lê belê heman gelê ku ji heman olî ne û li heman xakê dijîn; tenê ji ber ku daxwaza azadî, maf û edaletê dikirin, qetil kirin. Gava berjewendiyên desthilatdaran di navberê de bin, jiyana mirovan piranî wekî hûrguliyekê tê dîtin. Gava hûn dibin şahidê komkujiyekê, êdî tu bêdengî ji we re bêguneh xuya nake.”

‘Gava mirov dimirin, bajar jî dimirin’

Ramazan Ozturk destnîşan kir ku jibîrkirina dîmenên ku li Helebceyê dîtine ne pêkan e û wiha pê de çû: “Ew wehşeta ku di gava yekem a ketina bajêr de mirov pê re rû bi rû dimîne, di hişê mirov de tê kolandin. Bêhna mirinê ya ku dema hûn li kolanan digeriyan belav dibû, bi eşkereyî nîşan dida ku şer çiqas qirêj û bêrehm e. Bajar di nava bêdengiya mirinê de mabû. Gava mirov dimirin, bajar jî dimirin. Min li herêmên şer gelek tişt dîtin. Ez bûm şahidê bombebaranan jî. Lê ez li tu derê rastî dîmenekî wekî yê Helebceyê nehatim. Ev ne şer bû, komkujiyeke eşkere bû. Lê belê dîmenekî ku wê rojê min dît, ji bîra min neçûye. Dema ez ketim kolanekê, eşkere ye ku dema bombebaran dest pê kiriye, kesekî zarokê xwe girtiye hembêza xwe û ji bo dîtina cihekî ewle ber bi derve ve reviyaye. Lê belê ji ber bandora gazê, piştî çend gavan li erdê ketiye. Ew dema ku ketiye xwarê jî, ji bo parastinê xwe avêtiye ser zarokê xwe. Navê wî kesî Omer Hawar bû. Gava min li rûyê wî zarokî nêrî, mîna ku ev pirs ji min dikir: ‘Gunehê min çi bû’.”

‘Medyaya navneteweyî komkujî dereng ragihand’

Ramazan Ozturk bi bîr xist ku komkujiya Helebceyê di 16ê Adara 1988an de pêk hat û da zanîn ku medyaya cîhanê ev bûyer du hefte şûnde xist rojeva xwe. Ramazan Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamegerên biyanî yên ku bi min re hatibûn Helebceyê jî heman dîmen dîtin û kişandin. Piraniya wan beriya min vegeriyabûn welatên xwe. Ji ber ku ji Tehranê ber bi Tirkiyeyê ve heftê carekê balafir hebû û ez neçar mam ku li benda wê rojê bimînim. Wêneyên min bi rêya Sîpa Presê nîvê şevê hatin belavkirin. Roja din raya giştî ya cîhanê asta komkujiya li Helebceyê bi van wêneyan dît. Lê pirsek heye ku ez hîn jî jê bi guman im: ‘Gelo ew dîmenên ku rojnamegerên din ên li wir kişandin çi bûn?’ Derfetên wan pirtir bûn. Nexwe çima ev dîmen di wextê xwe de nehatin weşandin. Medyaya navneteweyî komkujî dereng be jî ragihand, lê li ser bûyerê nesekinîn. Ji ber vê yekê li dijî Iraqê raya giştî ya navneteweyî ya bihêz çênebû. Dewletên rojavayê cîhanê li dijî rejîma Sedam pêkanînên cidî pêk neanîn. Ji ber ku di wê demê de rojavayê cîhanê li dijî Îranê piştgirî dida Sedam.

Komkujî li kêleka Tirkiyeyê pêk hat, lê medya bêdeng ma

Tiştê ku herî zêde ez xemgîn kirim, helwesta medyaya li Tirkiyeyê bû. Li hemberî vê komkujiya ku li kêleka Tirkiyeyê pêk hat, piraniya saziyên medyayê tercîh kirin ku ker û kor û lal bin. Tevî ku mirovên hatine kuştin, xizmên milyonan Kurdên li Tirkiyeyê dijiyan bûn. Polîtîkaya dewletê û helwesta hin saziyên medyayê ewqas di nav hev de bûn ku Komkujiya Helebceyê di gelek rojnameyan de wekî nûçeyên biçûk hate derbaskirin.”

‘Erka rojnamegerekî ne tenê tomarkirina bûyera ne’

Ramazan Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Paşê min 107 belgefilmên nûçeyan ên bi navê ‘Kirilma Noktasi (Xala Şikestinê)’ amade kirin ku li welatên cuda hatin nîşandan û di televizyonan de hatin weşandin. Armanca van belgefîlman ew bû ku bûyerên bandorê li ser jiyana mirovan kirine nîşan bidin. Kovarên wekî Time, Newsweek, Life, Stern û Der Spiegel û saziyên wekî World Press Photo, platformên girîng in ku wêneyên belgekirina bûyerên dîrokî diweşînin. Wekî rojnamegerekî ku wêneyên wî di van weşanan de cih girtine, ez dikarim vê bibêjim; Erka rojnameger ne tenê tomarkirina bûyeran e, di heman demê de zindîhiştina bîra mirovahiyê ye. Ji ber ku ronîkirina rûpelên tarî yên dîrokê di pêşerojê de dibe gava yekem a avakirina cîhaneke adiltir û aştiyane.”

‘Li her kolanê, li her malê û li her kuncekê êşek hebû’

Rojnameger Faruk Balikçi jî anî ziman ku li hemberî Komkujiya Helebçeyê dinya bêdeng ma û wiha bi lêv kir: “Çawa ku bombeyên atomê yên li dijî Nagazakî û Hîroşîmayê hatin avêtin di cîhanê de dengekî mezin veda, li hemberî Komkujiya Helebçeyê jî ewqas bêhesasî û xemsarî çêbû. Di rastiyê de, sedema vê bêdengiyê nebûna statuya Kurdan bû. Tevî her tiştî, ev nêzîkatî ne mirovî ye, ne exlaqî ye û ne jî wijdanî ye. Gava em li paş xwe dinêrin, Komkujiya Roboskî, di sala 1994an de bombebarankirina gundên Kuşkonar û Koçağılı yên Şirnexê ku tê de 38 gundî hatin qetilkirin û di dehan bûyerên dişibin van de sepandina polîtîkaya necezakirinê mijareke cihê fikar û ramanê ye. Ev rewşên ku qewimîne, fêrî me rojnamegeran dike ku em zêdetir xwedî li pîşeya xwe derkevin. Ev berî her tiştî babeteke wijdanî ye. Çend sal piştî Komkujiya Helebceyê, ez çûm Helebceyê. Wê demê ez û Namik Dûrûkan ji bo hevpeyvînê çûn herêma Mawata Silêmaniyê ku li ser Herêma Kurdistanê ye da ku em bi Celal Talabanî re hevdîtinê bikin. Talabanî berî her tiştî got: ‘Pêşî Helebceyê bibîne, paşê em hevpeyvînê bikin.’ Bi rêberiya pêşmergeyan dema ez çûm Helebceyê, tevî ku çend sal di ser re derbas bibûn jî, şopên komkujiyê hêj jî xuya dikirin. Li ber malekê, nivîsandina 11 navan a li ser dîwar bala min kişand. Xwediya malê ya jin a Kurd, navên xizmên xwe yên di komkujiyê de hatibûn kuştin li ser dîwar nivîsandibû. Wekî rojnamegerekî, ew kêliya komkujiyê mîna fîlmekî di ber çavên mirov re derbas dibe. Tevî ku sal di ser re derbas bibûn jî, her tişt wisa li cihê xwe bû ku qey duh qewimiye. Wisa xuya dikir ku wext hatibû sekinandin. Li her kolanê, li her malê û li her kuncekê êşek hebû.”

‘Li hemberî necezakirinê, bîra me berxwedana me ya herî mezin e’

Farûk Balikçi di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî ji Helebceyê vegeriya, Halît Gungen ê ji kovara “2000 e Dogrû” ku ji bo hevdîtina Talabanî hatibû, li Mawatê li benda wî bû û got: “Ew jî tev li me bû û me bi Celal Talebanî re hevpeyvînên cuda pêk anîn. Çend roj piştî ku em vegeriyan Amedê, di sala 1992yan de nûçeya kuştina rojnamegerekî belav bû. Kontrgerîlayên ku çûbûn buroya wî ya li Semta Ofîsê ya Amedê, bi hinceta pirsîna kovarê, Halit Gungen bi guleyekê qetil kiribûn. Û Helebce, weke hevpeyvîna dawî ya Halît di bîranînan de ma. Helebce bîr e, ev bîranîna biêş, di bîra gelê Kurd de wekî birineke kûr û semboleke ku nayê jibîrkirin cih digire. Yek ji amûrên herî bi hêz ên berxwedanê ya li dijî tundiyê, hafiza ye. Li hemberî pergala necezkirinê, hafizaya me berxwedana me ya herî mezin e. Destûrdayîna jêbirina hafizayê, tê wê wateyê ku mirov bibe hevkarê sûc. Her êşa ku tê jibîrkirin, rîska dubarebûnê di nav xwe de dihewîne. Çawa ku dareke bêkok nikaribe li ser piyan bimîne, civakeke bêhafiza jî mehkûmî heman encamê ye. Hafiza şêweyeke berxwedanê ye. Rojnameger şahidên dîrokê ne. Nûçeyeke dinivîsin an wêneyekî ku dikişînin, ber bi pêşerojê ve tê veguhestin. Ji ber vê yekê, ji bo zindîhiştina hafizayê, divê hevkarên me yên ciwan hafizayê ji bîr nekin.”

Etîket: esra polatHelebceKomkujiya Helebce
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

10 ADAR 2026
Li Helebceyê navê keça Kurd bû ‘KEZÎ’

Li Helebceyê navê keça Kurd bû ‘KEZÎ’

23 ÇILE 2026
Çavdêrê Mafên Mirovan: Enfal û Helebce li Rojava dubare dibe!

Çavdêrê Mafên Mirovan: Enfal û Helebce li Rojava dubare dibe!

20 ÇILE 2026
Navenda Mûzîkê ya Şinriwê tevî deynên giran karê hunerê didomîne

Navenda Mûzîkê ya Şinriwê tevî deynên giran karê hunerê didomîne

19 TEBAX 2025
Serokkomarê Iraqê qanûna bajartiya Helebceyê îmze kir

Serokkomarê Iraqê qanûna bajartiya Helebceyê îmze kir

29 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (414)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne