Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûra Amedê, rageşiya li ser projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) her ku diçe gurtir dibe. Gundiyên ku naxwazin axa wan a çandiniyê bibe qada santralê, vê carê bi helîkopter û gefan re rû bi rû man.
Li gundê Arzoxlî yê bi ser navçeya Sûrê ve, îro bûyereke balkêş qewimî. Helîkoptereke leşkerî daket qada gund û leşkerên ji helîkopterê peya bûn, rasterast gef li gundiyan xwar. Piştî demeke kurt a rageşiyê, helîkopter ji herêmê bi dûr ket, lê fikarên gundiyan ên li ser ewlehiya wan berdewam dikin.
Hefteyek berê êrişek tund pêk hatibû
Ev ne cara yekem e ku gundî rastî zextan tên. Hefteyek berê, gundiyên ku dixwestin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, bi mudaxileya tund a cendirmeyan re rû bi rû mabûn. Di wê êrîşê de bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin bikaranîn. Gelek gundî birîndar bûn.
‘Em naxwazin axa me bibe qada şirketan’
Şêniyên gundê Arzoxlî yê li dijî projeya GESê bi biryar in. Gundî diyar dikin ku ev proje li ser zeviyên wan ên çandiniyê û qadên jiyanê tê avakirin û ev yek dê debara wan û xwezaya gund tune bike. Gundiyan daxwaz kir ku şirket û dewlet destê xwe ji ser axa wan bikişînin.
Tevî hemû zext û gefan jî, xelkê Arzoxliyê destnîşan dikin ku ew ê ji bo parastina axa xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.








