Li Muglayê helîkoptera ambulans li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Muglayê qelibî. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku rayedarên fermî parve kirin, piştî helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê qelibî ket xwarê. Di qezayê de 2 pilot, bijîşkek û personelek mir. Hat zanîn ku helîkopter ji bo biçe ji Antalyayê nexweş bîne firiya.