• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Li Berwariyê gur bi nav kerî ket û bi dehan bizin kuştin

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

    Îrmez di şahiya ciwanan de got: Em bi Ocalan bawer in

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hemû pêkhate xwe di perwerdehiyê de dibînin

Mehmet Alî Ertaş /AW

20 ÎLON 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nuçeyan – Hevseroka Desteya Perwerdehiyê Semîra Hecî Elî anî ziman ku ew di qada perwerdehiyê de pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê esas digirin û bi 3 zimanan perwerdeyê didin. Semîra Hecî Elî destnîşan kir ku hemû pêkhate hebûna xwe di pergala perwerdehiyê de dibînin.
Desteya Rêveber a Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê mufredat û pergala welatên wekî Fîlandiya, Almanya û gelek welatên cîhanê ji bo xwe mînak digire û li ser esasê pir zimanî û baweriyê şagirtan perwerde dike. 

Serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya 2025-2026an li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di 14ê îlonê de dest pê kir. Îsal 3 hezar û 647 dibistanan deriyê xwe li 713 hezar û 554 xwendekaran vekir. Dê 35 hezar û 513 mamoste xwendekaran perwerde bikin. Mamoste, beriya ku dersan bidin xwendekaran li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn. Pergala perwerdeyê û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre, materyalên paradigmaya nû. Perwerde bi 3 zimanên sereke yên kurdî, erebî û suryanî têne dayîn. Ev materyal, xweza û taybetmendiya her herêmekê ji ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 900 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî di 29ê Gulanê de ezmûnên xwe yên dawiya salê (2024-2025) bi dawî kiribûn. Li gorî dane û tespîtên dawî li Reqayê 6 hezar û 892 mamoste hene û 121 hezar û 415 xwendekar li Reqayê dest bi perwerdehiyê kirin. Li herêma Firatê 3 hezar û 483 mamoste dê dersê bidin 67 hezar û 120 xwendekaran. Li herêma Firatê xwendekar dê li 576 dibistanan perwerde bibin. Li herêma Dêrazorê 7 hezar 443 mamoste dê dersê bidin 246 hezar û 967 xwendekaran. Xwendekar dê li 760 dibistanên li herêma Dêrazorê perwerde bibin. Li Herêma Cizîrê jî 16 hezar û 119 mamoste dê 209 hezar û 199 xwendekar li Hezar û 734 dibistanan perwerde bike. Li herêma Helebê jî dê 268 mamoste dê 2 hezar û 77 xwendekaran li 3 dibistanan perwerde bike.
Li Tebqayê jî dê 1 hezar û 842 li 229 dibistanan 60 hezar û 029 xwendekaran perwerde bike. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Suriyê dê 35 hezar û 47 mamoste li 3 hezar û 685 dibistanan bi giştî 706807 xwendekaran perwerde bike.

Têkildarî pergala perwerdehiyê û xebatên perwerdehiyê Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.

* Hûn dikarin hinekî qala pergala perwerdehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Li ser 5 kantonan xwe bi rêxistin dike. Kantona Şahba, Efrîn û Minbicê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê, ne di nav de ye. Li Kantona Dêrezor, Tebqa, Reqqa, Cizîr û Firatê xwe bi rêxistin dike. Saziyên girêdayî Desteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser saziya zimanê kurdî, saziya ermenî, saziya suryanî, saziya mufredatan û akademiya perwerde û lêkolînên stratejîk xwe bi rêxistin dike. Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên stratejiya perwerdehiyê dimeşîne. Dîsa li kêleka vê yekê Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ew jî xwe li ser van 5 kantonan bi rêxistin dike û meclisên xwe ava dike. 5 kanton kar û xebatên xwe yên perwerdehiyê ji aliyê desteyên perwerdehiyê yên kantonan ve dikin. Bi rêbazên civîn, tekmîl û raporan vê xebatê dimeşînin. Lê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stratejiya perwerdehiyê diyar dike. Di aliyê dîplomasî, rêxistinkirin û şopandinê de ji aliyê meclisa perwerdehiyê û Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê meşandin.

*Pergala we ya perwerdehiyê li ser çi esasî ava bûye?

Pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê esas digire. Li ser vê bingehê zarok têne perwerdekirin. Felsefeya perwerdehiyê li ser esasê ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ye. Em di aliyê pergalê de wekî sîstem, ji baxçeyên zarokan dest pê dikin heta lîseyê berdewam dikin. Di sîstema perwerdehiyê de xwendin bi 3 zimanan e. Bi zimanê kurdî, erebî, suryanî perwerdehî tê dayîn. Ji refa 1ê heta refa 3yan zimanê zikmakî ye. Refa 4an zimanê pêkhateyan e. Îsal zimanê pêkhate ji refa 3yan dest pê dike. Di zimanê kurdî de hemû materyal kurdî ne. Her pêkhate ji refa yekê heta lîsteyê bi zimanê zikmakî dixwîne. Hemû pêkhate, dikarin bi ziman, çand û dîroka xwe perwerde bibin.

*Komîteya perwerdehiyê ji bo xwe kijan pergalê û welatan esas digire? Çima?

Ev pergal li gelek welatên Ewropayê tê bikaranîn. Lê welatê herî nêzî me welatê Fînlandiyayê ye. Kar û xebatên perwerdehiyê ku îro tên kirin, rê û rêbazên nûjen bêtir nêzî pergala Fînlandiyayê ye. Li gelek welatên Ewropayê pergalên nêzî pergala me hene. Lê hinek ji hev cuda ne. Xwendina me bi 3 zimanan e. Lê zimanê biyanî wekî îngîlîzî jî di nav de ye. Hemû bawerî cihê xwe di perwerdehiyê de digirin. Di avakirin û perwerdehiya mirov û xwendekaran de bêtir em pergala Fînlandiyayê esas digirin. Dibistanên me yên pîşeyî hene. Di van dibistanan de em bêtir modela Almanyayê esas digirin. Dîsa gelek pergalên pêşketî em esas digirin.

*Beriya Şoreşa Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala perwerdehiyê çawa bû. Pergala berê bandoreke çawa li ser çand û zimanê kurdî dikir?

Beriya Şoreşê li Sûriyeyê û herêmê pergaleke yekperest û netewperest hebû. Di bin serweriya Partiya Baasê de bû. Yek al, yek ziman, yek dîrok û yek çand hebû. Pergala yek yek li ser hemû gelan dihat ferzkirin. Li ser gelê kurd, durzî, elewî û gelên din pergala yek yek dihat ferzkirin. Lê herî zêde li ser gelê kurd yekperestî û bişavtin dihat ferzkirin. Pêkhateyên din jî para xwe ji bişavtinê digirtin. Nikaribûn mafê xwe biparêzin. Rejîma Baasê bandoreke neyînî li ser zimanê kurdî dikir. Her tişt qedexe bû. Kurdan nikaribû hestên xwe bianiyana ziman. Nikaribû navê kurdî li zarokên xwe bikin. Nikaribûn pirtûkan binivîsin û belav bikin. Rewşenbîr û zimanzan dihatin girtin. Kiryarên qirêj li ser gelê kurd bikar dianîn. Nedixwestin nasnameya kurdan derkeve pêş. Ji ber em ne baasî bûn, em gelek caran bêmaf dihatin hîştin. Mafê kurdan tunebû ku zanîngehê bixwînin. Pergala ku civakê asîmîle bike li ser me ferz dikirin. Pergalê dixwest ku gundiyan fêrî erebî bike. Yên temen mezin fêrî erebî dikirin. Dixwestin hemû kesan bikin ereb. Dixwest dayik û bavên ku zimanê wan paqij e jî ji ziman qut bikin û bidin bişavtin. Bandora pergalê li ser zinam hebû. Lê li gel vê yekê kedek hebû. Yên veşartî dinivîsandin û li ser ziman xebat dikirin hebûn. Dema pirtûkên li ser ziman bihatana girtin cezayê wê giran bû. Lê bi pêşketina şoreşê me karibû van astengî û zilma li ser xwe bişkînin.

*Piştî şoreşê di serî de we ji bo avakirina pergalê xebateke çawa meşand?

Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê xebateke veşartî hebû. Saziya zimanê kurdî li Heleb, Kobanê konferans li dar dixist û bi rengekî veşartî sazîbûna xwe ava dikir. Car caran xebatkar dihatin girtin. Car caran konferansên wan nîvco diman. Endamên komcivînên ji bo ziman dihatin binçavkirin. Lê xebat hebûn. Ew xebata berê bû esas. Hîn rejîma Baasê tam li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neketibû, dibistanên piçûk hatin vekirin. Ji bo fêrkirina zimanê kurdî dibistan hatin vekirin. Mirovên me yên li Bakur li ser ziman dixebitîn piştgirî kirin. Hînker ji me re şandin. Mamosteyên hêja hatin alîkarî dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mamosteyên Kampa Rustem Cûdî ya Mexmûrê destekeke mezin dan. Derfetên me yên zimanzaniyê kêm bûn. Bi alîkariya Mexmûr û Bakur me dikarîbû dibistanên piçûk ava bikin. Li Efrînê yekem dibistan hate vekirin. Li Kobanê, Cizîr û hemû bajar û navçeyên wan me dest bi perwerdehiyê kir. Me hewl da ku gel fêrî ziman bibe. Piştî wê me hin dibistan ava kirin. Gel bi van dibistanan pir kêfxweş bû. Şoreşa 19ê Tîrmehê di heman demê de bû şoreşa Ziman a sereke. Di konferansa 2011an a li Amûdê çêbû biryarên girîng derketin. Di konferansê de biryar hatin girtin ku em mamosteyan perwerde bikin û li dibistanan dersan bidin. Piştre kêmek mamoste hatin amadekirin. Li her bajarekî 7-8 an jî 9-10 mamoste hatin amadekirin. Ji Efrînê heta Kobanê û heta Cizîrê, kursên ziman hatin dayîn û mamoste hatin perwerdekirin. Li ser pirtûka hînkerê perwerde hate dayîn. Di destpêkê de dibistanên seretayî, piştre amadeyî hatin amadekirin. Beriya wê mamosteyên rejima baasê hebûn. Wê demê hinekî gel jî alîkarî da me. Rejîmê deriyê dibistanan girt. Lê me û xwendekaran roja din deriyê dibistanan şikand û me perwerdehî berdewam kir. Me di van dibistanan de hîseyên ziman esas girtin.

Niha hûn bi çi rêbaz û şêwazê perwerdehiyê didin?

Di rêbaz û şêwazê perwerdehiyê de fikra demokrasiyê heye. Hemû bawerî, ziman û gelan hembêz dike. Hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro dîrok, çand, ziman û hebûna xwe di vê pergala perwerdehiyê de dibîne. Li gorî pîvanên navneteweyî û mafên zarokan ên gerdûnî ye. Mafê xwendina rewa heye. Muzakereyên ku bi Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê re tê kirin jî li ser mafê perwerdehiyê yê gerdûnî ye. Em dixwazin mafê perwerdehiya zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de bi cih bikin. Ev xebatên dîplomasiyê tên meşandin.

*Hûn dikarin hinekî qala mufretada perwerdehiyê bikin?

Her pêkhate bi zimanê xwe perwerdehiya xwe dibîne. Di saziya mufredatê ya vî karî dike de pêkhateyên kurd, ereb, suryan hene. Me stratejiyên xwe yên mifredatan (Minhacan) li ser 3 salan amade kir. Di ser vê stratejiyê re 2 sal bihurîn. Her salekê 4 materyal hene. Sala pêş jî dê 4 materyal hebin. Em ê vê sala xwe bi dawî bikin. Pirtûkên sereteyî ziman, bîrkarî, zanyarî, civak û jiyan e. Di refa çaran de ol li dersan zêde dibe. Di refa 4an de li ser materlayên wekî dîrok, felsefe, erdnîgarî, fîzîk, kîmya, bîyolojî, zimanê pêkhate, îngîlîzî û zanistên civakî perwerde tê dayîn. Dîsa ji bo lîseyê dersa jîneolojiyê heye. Çand, sinc di refên navîn de tê dayîn. Zanistên civakî jî dikevin refên amadeyî. Ziman, wêje erdnîgarî, felsefe, dîrok jî merhale bi merhale têne dayîn.

*Hûn mamosteyên dibistanan çawa perwerde dikin?

Ji bo perwerdekirina mamosteyan, di destpêkê de peymangeh hebûn. Piştre ew peymangehên ku ji bo asta mamosteyan bilind bike, vegeriya akademiyên biranşan. Akademiya Şehîd Egîd Çîlo li Qamişloyê vebû. Ji bo materyalên kurdî vebû. Mamoste tên li vir mehekê perwerdehiya biranşê dibînin û rê û rêbazên perwerdehînasiyê dibînin. Dema mufredat têne guhertin, mamoste li gorî pisporiya xwe mufredatan dibînin, da ku karibin baş dersê bidin. Akademiyên bîrdozî, jin û giştî hene. Akademiya giredayî Desteya Perwerdehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Akademiya perwerde û lêkolînên stratejîk heye. Di vê akademiyê de komîteya lêkolîn, werger û perwerdehiyê heye. Ji bo 3 mehan kadro pergala perwerdehiyê dibînin. Li dibistanan meclisên malbatên zarokan hatine avakirin. Bi van meclisan em meseleyên civakê û perwerdehiyê di vê komunê de nîqaş dikin. Bi van meclisan di navbera dibistan û malbatan de têkiliyeke xurt tê avakirin.

*We pirtûkên dersan li gorî çi û çawa amade kirin.

Di aliyê pirtûkan de aliyekî zanistî heye. Tenê ziman tê guhertin. Dersên kîmya, fîzîk, biyolojî û bîrkarî dersên gerdûnî ne. Tenê ziman tê guhertin. Agahiyên zanistî li her derê heman agahî ne. Aliyê din dîrok, erdnîgarî xweser e. Dersên dîrokê bi rêbazên ku dîrokên hemû gelan têde hebe tê dayîn. Dîroka Sûriyeyê, dîroka kurdan, suryan, ermen û hemû pêkhateyan tê de heye. Her pêkhate hem dîroka xwe û hem jî dîroka pêkhateyên din nas dike. Li aliyê din dersên sinc û çand gelek girîng in. Zarok li gorî pîvanên sinc û çanda civakî têne perwerdekirin. Em hewl didin ku zarokan li gorî hişmendiya civaka demokratîk perwerde bikin. Dîsa jîneolojî wekî zanista jinan wekî materyalekî tê dayîn.

*Li dibistanê bi çend zimanan perwerde têne dayîn û çima?

Perwerde bi sê zimanan e. Di hundirê dibistanan xwendekarên kurd bi kurdî, yên ereb bi erebî û yên suryan jî bi suryanî perwerde dibin. Li Rojhilatê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gel di nava hev de dijîn. Armanca me ew e em Civaka Demokratîk ava bikin. Em dixwazin hemû civak bi ziman û çanda xwe perwerdeyê ibînin. Em pîvanên zanistî û mirovî esas digirin. Ji ber vê yekê em pir zimanî esas digirin. Ji bo civak hev qebûl bikin û bi hevre bijîn pir zimanî esas e.

*Perwerdehiya pir zimanî bandoreke çawa li pêkhateyên herêmê dike?

Pergala perwerdehiyê bandokeke pir erênî li civakan kiriye. Niha gelê ereb dixwaze fêrî zimanê kurdî bibe. Pergala perwerdehiyê erênî dibînin. Ji sedî 80 pergala perwerdehiyê qebûl dikin û piştgiriyê didin pergalê. Zanîngeha Rojava Li Kantona Cizîrê, Zanîngeha Kobanê li Kantona Firatê, Zanîngeha Şerqê li Kantona Reqqayê gelek beş hatine vekirin. Beşa tenduristî, hiqûq, debar, beşên zimanê erebî, îngîlîzî û kurdî hatine vekirin. Kesên ji van zanîngehan derçûne dikarin di Rêveberiya Xweser de cihê xwe bigirin.

Ferqa pergala we ya perwerdehiyê û netew dewletan ji hev çiye?

Netew dewlet li ser yek al, yek ziman û yek yek hatiye avakirin. Netewperest e. Tu gelan nas nake. Lê di pergala me de hemû ziman, nasname û bawerî têne naskirin. Perwerdehiya netew dewletê xizmeta dewletê dike. Xizmeta civakê nake. Lê pergala me, xizmeta civakê dike. Li ser esasê pir rengî, pir çandî, pir zimanî hatiye avakirin. Hemû pêkhate xwe di vê pergalê de dibînin û zimanê xwe fêr dibin. Çanda xwe nas dikin û bi çanda xwe dijîn. Tu kes mexdûr nabe. Pergala Rêveberiya Xweser Civaka Demokratîk ava dike.

Semîra Hecî Elî Kî ye?

Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2011an heta niha li ser mijara perwerdehiyê hûr dibe. Bû Berdevka Saziya Zimanê Kurdî ya Qamişloyê. Li Kantona Cizîrê di Rêveberiya Xweser de Cîgirtiya Hevseroka Desteya Perwerdehiyê kir. Di 2017an de bû Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Cizîrê. Di salên 2019 û 2022an de Rêveberiya Akademiya Şehîd Egît Cîloyê kir. Di 3 salan de li Zanîngeha Rojava beşa Dîrokê xwend. Belgeya Zanîngeha Rojava girtiye. Ji 2002an heta niha Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Niha li ser Sosyolojiya Perwerdehiyê lîsansa bilind dibine.

 

Etîket: Desteya PerwerdehiyêDibistanerebîKurdîmufredatpergalperwerdehîSemîra Hec Elîsuryanîziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn

14 ÎLON 2025
3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

3 hezar û 647 dibistan deriyê xwe li perwerdehiya kurdî vedikin

13 ÎLON 2025
ANKA-DER li ber MEBê daxwaza misogerkirina statuya kurdî kir

ANKA-DER li ber MEBê daxwaza misogerkirina statuya kurdî kir

12 ÎLON 2025
Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

12 ÎLON 2025
Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

11 ÎLON 2025
Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

11 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (324)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne