Amed – Li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya Amedê tevî berf û qeşayê jî klîma û kalorîfer naxebitin. Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs têkildarî mijarê pirsa, “Gelo dibe mirov li cihê dermankirinê ji ber sermayê bêtir nexweş bikevin?” pirsî û ji rayedaran xwest pirsgirêk bê çareserkirin.
Li Amedê ji ber barîna berfê dereceya germê daketiya bin sifirê. Tê gotin îro dereceya hewayê dê bigihîje derdora bin sifirê 20 dereceyan. Tevî berf û vê sermaya dijwar jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê serwîsa Nexweşiyên Sing di nav de li gelek beşan klîma û kalorîfer naxebitin. Li ser vê yekê nexweş û kesên li cem wan dimînin û personelên nexweşxaneyê neçar dimînin ku sobeyên ceyranê bikar tînin. Xizmên nexweşan û personel ji vê yekê bi gazinc in û dixwazin demildest ev pirsgirêka germbûnê were çareserkirin.
Têkildarî mijarê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs û xizma nexweşekî Muhbet Çelebî ji ajansa me re axivîn.
‘Hefteyeke nehatiye çareserkirin’
Mehmet Nûr Ûlûs da zanîn ku di meha Mijdara 2025an de pirsgirêka nexibitîna klîma û kalorîferan ji wan re hate ragihandin û wiha got: “Hem nexweşan û hem jî hevalên ku li wir dixebitin ji me re ev pirsgirêka negermbûnê vegotin. Me ev mijar bi rayedarên nexweşxaneyê re parve kir. Wan jî ji me re gotin ‘me îhale kiriye, di çarçoveya îhaleyê de dê qazanên ava germ werin guherandin û dê ev pirsgirêk were çareserkirin.’ Em hefteyekê li bende man ku çareser bikin lê çareser nebû. Beşa emeliyatxaneyê, diyalîzê, qata 3yan û 6an germ nedibûn. Ev yek kêmasiya rayedarên nexweşxaneyê ye. Wexta me ev bûyer parve kir, gotin dê peyder pey çareser bibe. Li Amedê sermayeke zêde heye. Ji ber vê yekê divê ew nexweşxane ji aliyê germbûnê baş be. Lê mixabin ev pirsgirêk hêj jî berdewam dike. Berê jî hebû niha bandoreke mezintir dike. Hem nexweş hem jî hevalên li wir dixebitin nikarin bi awayekî baş jiyana xwe bidomînin.”

‘Nexweş bi sobeyên ceyranê germ dibin’
Mehmet Nûr Ûlûs di berdewama axafttina xwe de ev tişt gotin: “Mirov ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneyê lê şûna dermankirinê ji ber sermayê dibe ku nexweş bikevin. Mînak mirovek ji ber nexweşiya zature diçe servîsa sing lê dibîne ku wir jî sar e. Yekeya zatureyê germ nabe. Mirovên nexweş diçin ji xwe re sobeyên ceyranê tînin û wiha xwe germ dikin. Heke rayedar başbûna da ev pirsgirêk were çareserkirin. Niha ev rewş bi awayekî dijwar berdewam dike. Divê rayedar bikevin nava liv û tevgerê û demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Heke sobeyên ceyranê bên bikaranîn rîska derketina şewatê jî heye. Ev jî ji bo pêşerojê rîskeke pir mezin e. Lê kesên li wir tedawî dibin û xizmetê dikin neçar in bi vî awayî xwe germ bikin.”
‘Divê rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin’
Mehmet Nûr Ûlûs ji bo çareserkirina pirsgirêka negermbûnê ya li nexweşxaneyê bang li hemû parlamenter, saziyên dewletê yên li Amedê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê parlamenter û saziyên dewletê yên li Amedê demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Rayedar dibêjin divê Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê vê meseleyê çareser bike. Ev pirsgirêka hemû saziyên dewletê ye. Divê îro were çareserkirin. Ev pirsgirêk berdewam bike em ê nikarin jiyaneke aramî bijîn. Dema sibê du sibe şewatek derket em nikarin bêjin çima derket. Ji ber vê yekê divê demildest gav bên avêtin.”
‘Em bi pêxistina sobeyê hinek germ dibin’
Mûhbet Çelebî ya ku bavê wê 90 salî li nexweşxaneyê razandî ye û lê dinêre jî da zanîn ku demekî dirêj e di nexweşxaneyê de ne û wiha got: “Em diçin du-sê rojan li malê dimînin û dîsa tên. Her tim sobeya me bi me re ye. Ji ber ku dema em roja ewil hatin me sobe bi xwe re neanî em qerisîn. Ji me re dibêjin heta qata şeşan germ dibe lê ew germahî nagihe vir. Îsal wisa bû. Kesên ku nexweşiyeke sing bi wan re heye rewşa wan li vir xerabtir dibe. Divê sermayê negirin ji berê xerabtir dibin. Nexweşê me zature bûye û enfeksiyon pê re heye. Em sobeyê vêdixin hinekê germ dibin. Em dixwazin ev pirsgirêk demildest were çareserkirin.”

Banga çareseriyê
Hin xizmên nexweşan ku nexwestin navên xwe bidin jî diyar kirin ku odeyên lê dimînin sar in, ji ber lastîkên paceyan qetiyan e hewayê sar ji ber wan jî tê û dan zanîn ku ji ber van pirsgirêkan giliyê nexweşxaneyê li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) kirine û xwestin ev pirsgirêka heyî zûtirîn demê de were çareserkirin.











