• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kampa Holê hate girtin

    Kampa Holê hate girtin

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kampa Holê hate girtin

    Kampa Holê hate girtin

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Her roj bi sedan nexweş ji Şirnexê tên Amedê!

Nedîm Orûç / AW

23 HEZÎRAN 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Ji Şirnex û navçeyên wê her roj bi sedan nexweş ji ber tunebûna bijîşkan û kêmaniyên nexweşxaneyan berê xwe didin nexweşxaneyên Amedê. Welatiyan gilî û gazinên xwe anîn ziman û xwestin ev pirsgirêka kêmaniya xizmeta tenduristiyê tavilê were çareserkirin.

Her çiqas serjimara Şirnexê nêzî 580 hezar be jî, nexweşxaneyeke wisa tuneye ku welatî bikaribin xwe bigihînin hemû beşên tenduristiyê. Beriya 3 salan her çiqas ji bo Nexweşxaneya Herêmê ya Şirnexê îhale hatibe kirin jî hê jî ruknê (temel) nexweşxaneyê xelas nebûye. Rayedarên dewletê û bi taybetî jî hikumeta AKPê bi xizmetên xwe yên qada tenduristêyê pesnê xwe didin. Lê li Şirnex û navçeyên wê tenduristû ketiye astek wisa ku her roj bi sedan welatî ji ber ku di nexweşxaneyan de bijîşk û amûrên tên bikaranîn tune ne berê xwe didin nexweşxaneyên Amedê. Welatiyên diçin Amedê ji bo serê sibê zû bigehijin Amedê saet derdora sisê û çarê şevê derdikevin rê û her wiha heta vedigerin jî dibe şev.

Ji welatiyên ku tên Nexweşxaneyên Amedê Ekrem Yakaomer anî ziman ku ew ji bo keça xwe ya 12 salî nîşanî bijîşkê zarokan bide diçe Amedê û wiha got: “Em ji Silopî tên Amedê, ji ber ku bijîişk û derfetên nexweşxaneya li navçeya me kêm in, em nîvê şevê derdora saet sisê-sisê û nîvê rêdikevin û tên vê eziyetê dikêşinîn. Keça min 12 salî ye û em ji ber tixtorê zarokan hatine Amedê.”

‘Ji bo tixtorê çavan vaye 14-15 caran têm Amedê’

Dayîka ji bo tedawiya çavê xwe ji Cizîrê hatiye Amedê jî da zanîn ku vaye du salan gelek caran tê Amedê û wiha axivî: “Ez nexweşim û hatime biçim nexweşxaneyê. Li cem me nexweşxane hene lê hemû bijîşk tunene ku em bikaribin li wir biçin nexweşxaneyê. Min zarokên xwe li malê hiştin e û fikara min li ser wan e. Di vê rêyê de em gelekî aciz dibin. Vaye 2 salan jî ji ber çavên xwe têm vir. Heya niha 14-15 caran hatime Amedê. Ev yek ji aliyê aborî ve jî gelekî bandoreke neyînî li ser me dike.”

Hatin û çûyîn zerarê dide aboriya welatiyan

Zekî Bûdak ê ku bi hevjîna xwe re lawikê xwe anîne nexweşxaneyê destnîşan kir ku wan zarokên xwe yên din li malê hiştin e û got: “Me niha zarokên xwe hiştine li malê û me zarokek xwe aniye nexweşxaneyê. Ne diyar e ka em ê kengî vegerin Cizîrê. Fikara me li ser zarokên me ên din e. Ji ber ku li herêma me nexweşxaneya lêkolînê tuneye em tên vir. Em bang li rayedaran dikin bila demek zû ji bo Şirnex derfetan pêk binîn ku em hewcedariyê bi vê hatin û çûyînê nebînin. Em di aliyê aborî de jî gelek zehmetiyan dikişînin.”

‘Ji bo werin nexweşxaneyê pere deyn dikin’

Mehmet Kadrî Bîrge jî ajokar e û her roj bi wesayîta xwe nexweşxan tîne Amedê. Bîrge got ku vaye 15 sal in ew ji Şirnex û navçeyên wê nexweşan tîne Amedê û wiha got: “Nêzî 15 sale ez ji Şirnex û navçeyên wê nexweşan tînim hema bêje hemû nexweşxaneyên Amedê. Her çiqas ez ajokarbim û nanê min jî vî karî derkeve jî wîjdana min qebûl nake ku gelê me ev qas rê were ji bo nexweşxaneyê. Ji ber ku ez gelek malbatan nas dikim xizan in û ji bo ku werin Amedê nexweşxaneyê diçin pere deyn dikin û ev yek gelekî li zora min diçe.”

Her roj zêdetirî 400 kesan ji Şirnexê tên nexweşxaneyê

Bîrge anî ziman ku ew bi şev saet li 02.00yan ji xew radibin, berê xwe didin Amedê û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em serê sibê zû bigehijin Amedê, saet 02.00yan ez ji xew radibim û diçim nexweşan ji ber deriyê wan distînim. Gelek nexweşên kal û astengdar hene ji ber wê em neçar dimînin wan ji ber deriyê mala wan siwar bikin. Saet derdora 08.00an digihîjim Amedê. Her roj bi dehan wesayîtan nêzî 400 kesan ji Şirnex, Cizîr û Silopî tên vir. Ji bilî wê gelek kes bi wesayîtên xwe yên taybet û otobûsan jî tên. Ji aliyê aborî ve jî malbatên me gelekî zoriyê dikişînin. Kesek nexweş û kesê/a bi nexweş re were Amedê herî kêm 4000 TL pere xerc dikin.”

Bangî rayedaran kir

Bîrge herî dawî bang li rayedarên dewletê û hilbijartiyan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gere hilbijartiyên me ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê bibînin. Kesên ku me deng dane wan bila halê gel bipirsin. Tenê avahî were çêkirin û bê bijîşk be ev yek nabe çareserî.”

Etîket: AmedŞirnextenduristîwelatîxizmeta tenduristiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parka Gulistana Zimanan bi pirzimanan hat xemilandin

Parka Gulistana Zimanan bi pirzimanan hat xemilandin

20 SIBAT 2026
Parêzgerê Hesekê ji bo entegrekirina beşa tenduristiyê komîteyek erkdar kir

Parêzgerê Hesekê ji bo entegrekirina beşa tenduristiyê komîteyek erkdar kir

17 SIBAT 2026
Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

16 SIBAT 2026
Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

12 SIBAT 2026
DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

11 SIBAT 2026
Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi malbatan re semînera ziman: Em bi zarokan re bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Galîçyayê Mîguel Paz: Em li rex gelê Kurdistanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber stranên Kurdî 5 salan girtî ma: Zext û qedexe hunerê didin afirandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela pirzimanî: Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (833)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne