• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

Navenda Nûçeyan / AW

21 SIBAT 2026 - 16:03
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên li bajarên Serhedê, bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê çalakî li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan û çalakiyan de daxwaza statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê hat kirin.

Saziyên Zimanê Kurdî û Platformên Saziyên Demokratîk ên li bajarên Serhedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanî li gelek bajar û navçeyên Serhedê daxûyanî dan û şahî pêk anîn. Di daxuyaniyan de polîtîkayên înkar û bişaftinê hatin şermezarkirin û daxwaza statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî hat kirin.

WAN

Li Wanê bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Bajêr daxuyanî hat dayîn û şahî hat pêk anîn. Rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û DEM Partiyê yên Wanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan, Kurdîgeh, Dayîkên Aştiyê, nûner û endamên saziyên sivîl û gelek welatî tev li şahiyê bûn. Di çalakiyan de daxuyaniya hevpar hate xwendin.

Di daxuyaniyê de pankartên; “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, “Bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe bijî” hatin higirtin û dirûşmeyên “Bê Kurdî jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Kurdî,” hatin berzkirin. Gelê Wanê bi stran û erbaneyan govend gerand û Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir.

Daxûyaniya hevpar ji aliyê Rêveberê KURDÎGEHê Gokhan Işik ve hete xwendin.

Gokhan Işik bi bîr xist ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro, ev 103 sal e ku çand, ziman û nasnameya gelê Kurd hatiye înkarkirin û ji bo ku ev înkar ji holê rabe û maf û daxwazên gelê Kurd ên wekî statuya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bên misogerkirin, hîn jî tu gavên micîd nehatine avêtin.

‘Ji sedî 97ê gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze’

Gokhan Işik da zanîn ku li gorî daneyên 2025an, li Tirkiyeyê 74 hezar 40 dibistan û 208 zanîngeh hene ku bi Tirkî perwerdeyê didin, lê ji bo zimanê Kurdî di 103 salên komarê de yek dibistan jî nehatiye avakirin ku perwerdeya bi Kurdî bide û ev tişt anî ziman: “Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, bi hezaran dibistan hene ku bi Tirkî perwerdeyê didin û li gorî lêkolîn û rapirsînan ji sedî 97ê gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze lê heta niha dibistanek jî nehatiye terxankirin ku bi Kurdî perwerdeyê bide. Saziyên ziman ji bo fêrkirina Kurdî kurs û atolyeyan vedikin lê ew jî dibin hedefa rayedarên dewletê û bi KHKyan tên girtin.”

‘Pêwist e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin’

Gokhan Işik diyar kir ku ji cotmeha 2024an ve pêvajoyekê dest pê kiriye û wiha got: “Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de pêşkêşî rayedarên dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê kiriye, derfetên nû afirandine ku pirsgirêk bi rê û rêbazên diyalog, hevdîtin û nîqaşan bên çareserkirin. Vê pêvajoyê di nava gel û civakê de hêviya çareserkirina pirsgirêkan ava kiriye. Pêwist e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin. Siyaseta înkarê biterikînin, maf û azadiyên nasnameyî yên gelê Kurd misoger bikin, dawiyê li wan pêkanînan bînin ku li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in.”

Gokhan Işik daxwazên ji bo zimanê Kurdî wiha anîn ziman:

* Xalên 42 û 66an ên destûra bingehîn û zagonên ku cudakarî û yekparêziyê di bingeha xwe de dihewînin, divê ji destûra bingehîn bên derxistin û hemû zagon li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî werin sererastkirin.

* Pêwist e ku Tirkiye li îmzeya xwe ya li binê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xwedî derkeve; dûreparêziyên ku piştre daniye ser xalên 17, 29 û 30an rake û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya vê peymanê û peymanên din ên navneteweyî de bêyî kêmasî bi cih bîne û ji mafên çandî, zimanî û nasnameyî yên zarokan re rêzdar be.

* Komisyona di bin banê meclisê de hatî avakirin serdana hemû beşên civakê kir û guh da gel. Pêwist e ku rapora ku dê ji aliyê vê komisyonê ve bê amadekirin û li meclisê bê pêşkêşkirin ji daxwazên civakê yên demokratîkbûnê re bibe bersiv û xizmeta wekheviya xwişk û biratiya gelê Kurd, Tirk û hemû gelên Tirkiyeyê bike û li gorî daxwaz û pêşniyazên li ser naveroka rapora komîsyonê zagonên demokratîk bên amadekirin û bikevin meriyetê.

* Zimanê Kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê Kurd e. Heta ku zimanê Kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê Kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li ber avahiyê Dem Partiyê ya Colemêrgê daxuyani hat dayin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Ziman-Derê Naîf Beyter ve hat xwandin. Piştî daxuyaniyê gel bi dirûşmên; “Bê Kurdî jiyan nabe”, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li nav sukê meşek pêk anî.

ŞEMZÎNAN

Li Şemzînanê jî bi boneya 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî bi şîara “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” daxuyanî hat dayîn. Daxuyani ji aliyê rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Şemzînanê Mustafa Avci ve hat xwandin. Di daxuyaniyê de pankartên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî nivîsin” hatin rakirin.

GEVER

Li navçeya Geverê bi minasebeta rojê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Statuya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” hatin rakirin. Pankartên “Em daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ji bo zimanê Kurdî her li derî têkoşîn!” “Em li her derî, her tim bi kurdî biaxivin” hatin rakirin. Piştî daxuyaniyê gel û rêveberan govend gerand.

MÛŞ

Li Mûşê jî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi heman armancê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartên bi nivîsa “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û “Zimanê Me Hebûna Me ye” hilgirtin.

‘Azadiya ziman bingeha civakeke demokratîk e’

Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got, “Ji bo aştiya civakî, divê mafên ziman, bi taybetî perwerdehiya bi zimanê dayikê, werin garantîkirin û statuyek yasayî were dayîn. Parastina azadiya ziman avakirina azadiya civakî û aştiyê ye. Bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em careke din teqez dikin ku Azadiya ziman bingeha civakek demokratîk û aştiyek bi rûmet e.”

ERZIROM

Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanÎ li navçeya Xinûsê meş pêk anî û daxuyanÎ da. Girse li ber avahiya Navçeya Xinûsê ya DEM Partiyê kom bû. Di daxuyaniye de pankarta “Em 21ê sibatê cejna zimane dayikê pîroz dikin” ku bi Kurmancî, Kirmackî/Dimilî û Tirkî nivîsandibûn hate vekirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglu di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên tasfiyekirina zimanê zikmakî têkoşîna xwe bidomînin. Dûre Parlamenterê Agiriyê yê DEM Patiyê Heval Bozdag diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdî, parastina zimanê Kurdî bidomînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Be ziman jiyan na be” û tililîyan bi dawî bû.

BEDLÎS

Platforma Saziyên Demokratîk li Bedlîsê jî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meş û daxûyanî pêk anî. Di daxuyaniyê de ku pêkhate û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr amade bûn, pankarta “Wa ziwanê Kurdkî bibo ziwano fermi” bi zaravayên Kurdî yên Dimilkî û Kurmancî hate vekirin. Girse li ber avahiya Navçeya Tetwanê ya DEM Partiyê kom bûn. Girse bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan na be” heta Parka Filistînê meşiyan û li wir daxuyanî da.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan di daxûyanî yê de bal kişande ser girîngiya jiyana bi zimanê dayikê û got: “Ew ê li her qadê daxwazên xwe yên ji bo statuya zimanê dayikê bînin ziman.”

Endama Komaleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) Bêrîvan Canbey Dursun di daxuyaniyê de axivî û bang li komîsyona Meclîsê ya ji bo pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk hatiye avakirin kir û daxwazên xwe yên statu û perwerdeya bi Kurdî dubare kir.

Daxuyanî bi çepik û govendê bi dawî bu.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêPlatforma Saziyên DemokratîkSaziyên Zimanê KurdîStatuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

3 NÎSAN 2026
‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026
Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin

Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin

16 ADAR 2026
Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

15 ADAR 2026
Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

1 ADAR 2026
Li Wanê panela zimanê Kurdî: Ji bo Kurdî statu û piştgiriya dezgehî lazim e

Li Wanê panela zimanê Kurdî: Ji bo Kurdî statu û piştgiriya dezgehî lazim e

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (310)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne