Kompanya Çetir bi bernameyekê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn bibîr anî.
Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, li navenda Kompanya Çetir merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama Dezgeha Çap û Ragihandinê ya Çetir hate xwendin.
Kompanya Çetir di peyamê de anî ziman ku rojnamevan wijdanê civakê û ronakbîrê rastiyê ye û wiha got: “Salek beriya niha wek rojek îro, hevalên me yên rojnamevan Hêro Behadîn û Gulistan Tara, bi destê dewleta Tirk hatin şehîdxistin. Heta niha, hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî vê sûcî helwestek tund nîşan nedaye û ne amadeye ku wek qurbaniyên êriş Tirkiye nas bike.
Îro li ser asta cîhan û navxweyî, da ku rastiyê veşêrin û berovajî bikin rojnamevan têne hedefgirtin. Sala borî li gel her du hevalên rojnamevanên jin, rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Murad Mîrza û Azîz Koyluoglu hatin hedef girtin û şehîd xistin. Li gel şer û pevçûnên herêmî û Rojhilata Navîn, li gelek cihên din ên wek Xezayê bi dehan rojnamevan bûne hedef. Sînordarkirina azadiya rojnamevanan û şêwedayîna erkê kesayeta rojnamevaniyê heta roja îro jî berdewam dike.
Di yekemîn salvegera şehadeta her du rojnamevanan Hêro Behadîn û Gulistan Tara de, me rêya azadî û derxistina heqîqetê domand û hewl da ku bibin platformek ji bo deng û rastiya azad a civakê. Emê mîrateya şehîdên ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo rastî û azadiyê pêşengtî kirîn, hilgirin. Em li vir li ber giyanê wan sonda xwe ji nû de dubare dikin ku emê rê û şopa wan bidomînin, her wiha ji bo derxistin û eşkerekirina edalet û destên tarî yên li pişt şehîdxistina wan, israr bikin. Wek dezgeha Çap û Ragihandinê ya Çetir, emê bi dirûşmeya ‘Em bibin deng û rengê rastiyê’ xebata xwe bidomînin û bibin şopdarê rêya rêheval Gulistan Tara, Hêro Behadîn û şehîdên ragihandina azad. Şehîd ronahiya rêya mene.”