• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    ‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Bi girseyî çûne şîna Çiya Farqîn

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

    Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heval Ebûbekîr: Divê her Kurd piştgiriya pêvajoyê bike

Navenda Nûçeyan /AW

26 ADAR 2025 - 13:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, piştî civîna li gel DEM Partî û DBPê di daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye. Heval Ebûbekîr da zanîn ku erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin.

Şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêk tê di 24ê Adarê de çû serdana Başûrê Kurdistanê kir. Di nava şandeya DEM Partî û DBP’ê de ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin. Herwiha Nûnerên Partiya DEMê yên li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan û Fevziye Şîran jî li gel şandeyê ne. Şande îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir kir û ji aliyê walîve hate pêşwazîkirin. Piştî civînê, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir di daxuyaniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin. Heval Ebûbekir piştgiriya xwe ya ji bo şandeyê û pêvajoyê dubare kir û got: “Em hêvîdarin ku dewleta Tirk di demek nêz de bersivê bide vê pêvajoyê û êdî wext winda neke.”

Piştre Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û wiha anî ziman: “Me bi hev re civîneke gelek baş pêk anî. Beriya niha dema ku Birêz Heval Ebûbekir serdana Bakurê Kurdistanê kir, me li ser pêşeroja Kurd û Kurdistanê gelek guftugokiribû. Bê guman ger ev pêvajo li Bakurê Kurdistanê pêş bikeve dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”

Biryare şande li gel aliyên siyasî û kesayetên din ên Silêmaniyê jî kom bibe.

Hêjayî gotinê ye Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28ê Kanûna 2024 û 22ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, serdanên xwe domandin. Divê çarçoveyê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNKê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15ê Sibatê (2025) de serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava 3 rojan de bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû, û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

16 KANÛN 2025
Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

16 KANÛN 2025
‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

16 KANÛN 2025
Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

16 KANÛN 2025
Şaredariya Peyasê ji bo jinan dest bi qursên xweparastinê dike

Şaredariya Peyasê ji bo jinan dest bi qursên xweparastinê dike

16 KANÛN 2025
Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

Barrack peyamên Îsraîlê ragihandin Enqereyê

16 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (300)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne