Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de bi dawî bû. Hevdîtin, saetek û 20 deqîqe berdewam kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li şandeyê di serdanê de amade bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat zanîn ku saetek û 20 deqîqe berdewam kiriye. Şandeya DEM Partiyê piştre jî çû serdana Partiya Yenîden Refahê (YRP).