Hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Umanê pêk hatin duh bi dawî bûn. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî da zanîn ku biryar girtine ku hevdîtinên di navbera wan û Îranê bidomin.
Hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li bajarê Maskatê yê Ûmmanê bi navbeynkariya Umanê pêk hatin duh bi dawî bûn. Ajansa Reutersê diyar kir ku dîplomatekî Rojhilata Navîn ji wan re diyar kiriye ku Îran amade nîne dest ji mafê xwe yê dewlemendkirina ûranyûmê berde lê amadehiya xwe nîşan daye lê Îran ji bo daxistina asta rêjeya dewlemendkirina ûranyûmê amade ye.

Lê agahiyên ajansên Îranê yên fermî û ne fermî bi yek dengî daxuyanî dan ku Amerîkayê hinek nerm nêzî daxwazên Îranê bûye. Mijara herî girîng hebûn û nebûna nîqaşên li ser moşekan bûn. Ajansên Îranê yên weke ÎRNAyê jî di nav de hemûyan aşkera kir ku di civênê de moşek nehatine rojevê û li ser moşekan bazar nehatiye kirin.
‘Civîn ji bo dan û standinan derfeteke baş bû’
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ji televizyona fermî ya Îranê re got ku destpêka civîna wan baş bû û ev ji bo dan û standinan derfeteke baş e. Araqçî anî ziman ku biryareke hevpar heye ku ew hevdîtinan bidomînin û wiha got: “Eger ev pêvajo bi vî rengî bimeşe, em dikarin ji bo peymanekê bigihêjin çarçoveyeke baş.” Hat eşkerekirin ku civîn saet ji 10:00an dest pê kiriye û di 18:00an de bidawî bûye.
Malpera Amerîkî Axiosê ji devê du dîplomantên jê bawer agahî da. Di agahiyê de got ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî destpêkê bi şêwirmendê Trump Jared Kushner û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re rû bi rû civiyaye. Piştî vê hevdîtinê, dan û standin bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Busaîdî bi awayekî nerasterast berdewam kirine.
Trump: Hevdîtinên baş tên kirin
Serokê Amerikayê Donald Trump dema bi balafirê ji Washingtonê diçû Floridayê derbarê mijara hevdîtinên bi Îranê re pirsên rojnamegeran bersivandin. Trump di bersivê de kêfxweşiya xwe ya ji bo hevditinên Maskatê anî ziman û got: “Îro li ser şerê Rûsya û Ukraynayê hevdîtinên pir baş hat kirin, heman awayî bi Îranê re jî hevdîtinên pir baş hat kirin.” Trump diyar dike ku Îran dixwaze peyman çêke. Donald Trump di dawiyê de wiha gef li Îranê xwar: “Li dijî Îranê hêzên me yên deryayî û hewayî li heremê ne, ên din jî hema dê bigihîjin heremê. Em dê mêzekin ka dê encameke çawa derkeve holê.”
Amerîka Hezîrana 2025an tevlî şerê Îran û Îsraîlê bûbû û hinek navendên nukleerî yên Îranê hatibûn bombebarankirin.










