Hevdîtinên şandeya Rojavayê Kurdistanê yên li Munîhê wekî bilindbûna asta rewabûna Kurdan a di qada navneteweyî de û mijarek stratejîk a girêdayî paşeroja şerê Sûriyê, mîmariya ewlehiyê û hevsenga hêzên herêmî hate nirxandin.
Hevdîtinên Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt. Di medyaya Amerîka, Ewropa, Rûsya û Ereban de nûçeyên derbarê vê beşdariyê de, naveroka hevdîtinan, peyamên dîplomatîk û bandorên wê yên li ser Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi çarçoveyên cuda hatin nirxandin.
‘Di mîmariya ewlehiyê pêşketina rola hêzên Kurd’
Ajansên nûçeyan ên Amerîkayê pêşveçûn zêdetir bi perspektîfa ewlehî û hevkariya leşkerî nirxandin. Reûtersê derbarê hevdîtinên di konferansê de hatine kirin wekî pêşketina rola hêzên Kurdî di mîmariya ewlehiya navneteweyî de nirxand û ev hevdîtin wekî “têkiliyên dîplomatîk ên krîtîk ku paşeroja hevkariya li dijî DAIŞê diyar dikin” bi nav kir. Assocîated Pressê jî hevdîtinên Abdî û Ahmed yên bi berpirsên Ewropa û DYAyê wekî nîqaş li ser “Rêxistinên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa girtîyên DAIŞê” pênase kir.
The Guardîan: Kurd zêdetir derdikevin pêş
Çapemeniya Ewropayê, beşdarî zêdetir ji aliyê meşrûtiyeta dîplomatîk û temsîla siyasî ya Kurdan ve hate şirovekirin. Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê bal kişand ser hevdîtinên konferansê, têkiliyên bi serokên Ewropayê re û ev yek wekî, “zêdebûna xuyabûna aktorên Kurd di muzakereyên paşeroja Sûriyeyê de” nirxand.
‘Reûters: Entegrasyonê Kurd anîn qada navneteweyî
Di analizên Reutersê de jî hate gotin ku hevdîtinên Abdi û Ehmed bi gotina, “Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera HSD û Şamê de Kurd anîn qada dîplomasiya navneteweyî” rave kir. Di nûçeyên li ser agahiyên çavkaniyên dîplomatîk hatine honandin de hate diyarkirin ku hevdîtinên bi Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron û berpirsên Almanyayê re pêk hatîn têkildarî lêgerîna çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bûne.
‘Kurdan li platformên navneteweyî ne’
Di çapemeniya Rûsyayê de jî beşdariya konferansê bi zimanekî zêdetir jeopolîtîk û hişyartir girte dest. Di nûçe û şîroveyên RIA Novostî û TASSê de bal zêdetir ne li ser kesayetî, lê li ser encamên teşedarî hate dayîn. Di analizên Rûsyayê de wateya hevdîtinan wiha tê şîrovekirin: “Bi van hevdîtinan cih girtina Kurdan a di nav teşedariya nû ya Sûriyê de, di platformên navneteweyî de tê nîqaşkirin.” Her wiha hevdîtin wekî hewildana DYAyê ya parastina qada bandora xwe hate pênasekirin.
‘Mînaka dîplomasiya bilind’
Çapemeniya Ereban jî zêdetir li ser aliyê dîplomasiya herêmî û normalîzasyona bi Şamê re hate rawestîn. Al Arabiya, hevdîtin wekî, “Mînakek dîplomasiya bilind ku ku kêm tê dîtin, di navbera DYA, Sûriye û HSDê çê bû” pênase kir.
‘Siyaseta piştî şer tê mûzakerekirin’
Al Jazeerayê trafîka dîplomasiyê ya li paşperdeya konferansê vegot û ev pêvajo mîna, “Hevdîtinên ewlehiyê yên piralî ku tê de teşedariya piştî şer a Sûriyeyê tê muzakerekirin” bi nav kir. Ajansa herêmî Shafaq News jî bal kişand ser peyamên Şamê û pêvajoya entegrasyonê bi gotina, “Domandina muzakereyên li ser tevlêbûna gav bi gav a HSD di sazûmaniya dewletê de” ragihand.
‘Rewabûna Kurdan zêdetir bû’
Di nirxandinên hevbeş ên çapemeniya navneteweyî de û bi taybetî çapemeniya Ewropayê de beşdariya asta temsîla Kurdî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ne tenê wekî pêşveçûnek protokolî, wekî bilindbûna meşrûîyeta Kurdan a di qada navneteweyî û mijarek stratejîk a girêdayî paşeroja şerê Sûriyeyê, mîmariya ewlehiyê û hevsengiya hêzên herêmî hate nirxandin.












