Halît T. ê 46 salî li Navçeya Çîglî ya Îzmirê hevjîna xwe ya berê Demet Akarsu kuşt.
Halît T. ê 46 salî li navçeya Çîgli ya Îzmirê hevjîna xwe ya berê Demet Akarsu (45) kuşt. Piştî agahdarkirina şêniyên taxê komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Piştî midaxeleya koma tenduristiyê, Demet Akarsu ya ku bi giranî hatibû birîndarkirin, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çîglîyê. Ruxmê hemû midaxeleyan Demet Akarsuyê jiyana xwe ji dest da. Halîl T. piştî bûyerê hat binçavkirin û bi biryara dadgehê hate girtin.
Hate zanîn ku dê cenazeyê Demet Akarsuyê, îro li Goristana Dogançayê bê definkirin.