Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna bênavber ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî û bidestxistina mafê neteweyî ya gel armanca hemû şehîdan e.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê têkildarî êrişên li ser hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komara Îslamî ya Îranê her ji roja ewil ya şer ve bê navber navend û baregehên Partiyên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê li Herêma Kurdistanê kiriye hedef û got:
“Di nava çend rojên borî de bi mûşek û dronan êrişên li ser Herêma Kurdistanê dijwartir bûne. Her di çarçoveya van êrişan de şeva borî navendên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Hewlêr, Silêmanî û çend deverên din yên Herêma Kurdistanê hatin hedefkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di van êrişên terorîstane ya Komara Îslamî û hêzên wê de mixabin ‘Îsmaîl Rehmanî’ Pêşmergeyê Komeleya Şoreşgeran ya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ya Îranê û ‘Welat Tahir’ Karmandê Asayîşa Balafirxaneya Hewlêr Şehîd bûn û çend pêşmergeyên din yên Komela Şoreşger û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê jî birîndar bûn.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê êrişên û şerxwaziya Komara Îslamî ya niha hemû herêmê ber bi neramiyê ve biriye mehkûm û şermezar dike. Sersaxiyê ji malbata Şehîd Îsmaîl Rehmanî û Welat Tahir, xelkê Herêma Kurdistanê û Komela Şoreşgerî ya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ya Îranê re dixwazîn.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê li ser baweriya ku êrişên terorîstî yên Komara Îslamî nîşandera ku desthilatdariya wê ya dîktator ber bi dawî ve diçe ye. Ji bo gelê Kurd destnîşan dikin ku berxwedan û têkoşîna bênavber ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî û bidestxistina mafê neteweyî ya gelê me, armanca hemû şehîdên me ye û em ê vê bênavber bikin.”













