Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di salên 90î de hevpeyvîna bi rojnamegerê Amerîkî re pêk anîbû, balê dikişîne ser berjewendiyên emperyalîst û têgeha “terorîzmê” ya ku li dijî vîna gele Kurd tê bikaranîn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di salên 1990î de hevpeyvîna bi rojnamegerê Amerîkî re pêk anîbû ji aliyê malpera “Özgür Düşenceler” ve hat parvekirin. Di hevpeyvînê de analîzên girîng li ser şerê li Kurdistanê, polîtîkayên Amerîkayê û têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd cih digirin.
Di hevpeyvînê de Abdullah Ocalan şerê di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de dişibîne “Şerê Vietnamê”. Di hevpeyvînê de nêzîkatiya Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn û Kurdan bi eşkere tê gotin. Ocalan derbarê cudahiya “Kurdê baş” û “Kurdê xerab” a di stratejiya Amerîkayê de analîzên krîtîk dike û balê dikişîne ser berjewendiyên emperyalîst û têgeha “terorîzmê” ya ku li dijî vîna gelê Kurd tê bikaranîn.
Ji bo polîtîkaya Amerîkayê ku niha li Kurdistanê, Sûriyeyê, Iraqê bi giştî li Rojhilata Navîn xistiye meriyetê bê fêmkirin Ocalan di hevpeyvînê de analîzên girîng kiriye.












