Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û aktivîsta TJAyê Hacer Ozdemîr li Silêmaniyê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kirin û li ser têkoşîna jinê û yekîtiya jinê nêrîn hatin parvekirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Ozdemîr li Silêmaniyê serdana endama Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya jinên Kurd agahî hatin dayîn û li ser têkoşîna jinê û yekîtiya jinê nêrîn hatin parvekirin.
Serdan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.