Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê Omer Yildiz di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Yildiz, di saetên serê sibê de bi serdegirtina polîsan hate binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Yildiz birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Nehate zanîn ku Yildiz bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin.