Stenbol – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ziyaret kirin. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari anî ziman ku heviyên wan zêde û moralên wan bilind bûn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê HDPê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçuk Mizkarli li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyarez kirin. Piştî serdana wan li pêş girtîgehê daxuyanî dan.
Li pêş girtîgehê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari agahî dan û wiha got: “Me ligel Hevserokê xwe Tuncer Bakirhan Birêz Sehehattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ziyaret kir. Ji vir jî em ê biçin Kandirayê û hevalên xwe Birêz Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel ziyaret bikin. Demirtaş û Mizrakli silavên xwe ji her kesî re şand. Tenduristiya wan baş bû û moralên wan pir zêde bû. Hêviyên wan ên ji bo aştiyê pir zêde bûn.”
Tulay Hatimogullari, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê berî her tiştî Tirkiye biryara DMMEyê pêk bîne û hemû girtiyên ku ji doza Kobanê hatine girtin serbest berdin.