• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

Navenda Nûçeyan /AW

3 TEBAX 2025 - 12:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fragmana belgefîlma ‘Hey Hawar’ ku balê dikişîne ser gora Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, hat weşandin. 

Di çarçoveya bernameya ‘Bîr û Ciwan’ a ji aliyê Navenda Bîrdariyê ve hat amadekirin, fragmana belgefîlma ‘Hey Hawar’ ku bi çîroka mamosteyê Îngilîz Suleyman Aksû ku yek ji 33 ciwanên di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê ji aliyê DAIŞê ve hat qetilkirin, hat weşandin. Belgefîlma ku têkoşîna Suleyman Aksû vedibêje û gora ku gelek caran hatiye xerakirin, ne tenê li ser Suleyman Aksû di heman demê de êrîşên sîstematîk ên li dijî goristanên li Kurdistanê ku bi salan e dewam dikin, ronî dike. Di belgefîlmê de derket holê ku di navbera 17ê Îlona 2015an û 4ê Nîsana 2020an de herî kêm 122 êrîş li dijî goristanên Kurdan hatine kirin û tê de 1644 gor bi temamî hatine xerakirin, 2 hezar û 926 gor jî hatine texrîbkirin.

Belgeya hiqiqûqê

Derhênerê belgefîlmê Caner Dara ye, di navbera salên 2015-2024an de der heqê goristanên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xerakirin de lêkolîneke berfireh û arşîvê hat kirin. Di belgefîlmê de ji bilî hevdîtinên bi nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgirî, Alîkarî û Çandê ya bi Malbatên Hezkiriyên xwe winda kirine re, dosyayên dozê û dîmenên piştî xerakirinê hatine kişandin jî di belgefîlmê de cih girtin. Di belgefîlmê de tê hedefkirin ku êrîşên li hemberî goristanan ên li herêmên Kurdan ne tenê texrîbateke fîzîkî ye, di heman demê de binpêkirina bîr, mafê şînê ye.

Hey hewar

Hey Hawar navê helbesteke Arjen Arî ye. Hawar hem êşekê û hem jî bîra civakê radixe ber çavan. Di 20ê Tîrmeha 2015an de koma ku xwest ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin Kobanê, beriya ku derbasî Kobanê bibin li Pirsûsê daxuyanî dan çapemeniyê û di encama êrîşa bombeyî ya endamên DAIŞê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Di nav kesên hat qetilkirin de Suleyman Aksû jî hebû.

Suleyman Aksû di sala 1990î de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat dinê û li Zanîngeha Çûkûrovayê beşa mamostetiya Îngîlî qedand. Aksû ji bo zarokên Kobanê ji navçeya Geverê berê xwe da Pirsûsê. Di encama êrîşa bombeyî de xeyalên Aksû nîvço ma. Cenazeyê Aksû li Geverê hat definkirin û di 9 salan de 7 caran gora wî xirakirin. Têkildarî mijarê serdana sûc hat kirin û heta niha derbarê kesên ku gor xira kirine de doz nehatiye vekirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026
Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

1 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (3)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne