Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19ê Hezîranê de biçin Girtîgeha Sîlîvriyê û serdana Ekrem Îmamoglû û Bekir Kaya û siyasetmedarên din bikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî dê di 19’ê Hezîranê de biçin Girtîgeha Sîlîvriyê û siyasetmedarên girtî ziyaret bikin.
Kesên ku şandeya DEM Partiyê dixwazin pê re hevdîtinê bikin ev in: Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎPê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî.
Tê gotin ku dê serdan tevahiya rojê berdewam bike.