Heyeta Fransayê ya ku serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bi fermandarên YPJê re civiya. Di civînê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn, Viyan Adar amade bûn.
Heyeta Fransayî ku ji parlamentoya Fransa û cîgira seroka Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û Berpirsa Têkiliyên Parastinê ya Parlamentoyê Anna Pec û Berpirsa Têkiliyên Derve ya Senatoya Fransayê Dylan Bouteflika pêk tê, serdana Rojava kir. Heyetê duh êvarê li Qamişloyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Heyet bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî û nûnerê Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir.
Heyetê îro jî serdana Fermandariya Giştî ya YPJê kir. Heyet ji aliyê Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn, endama YPJê Viyan Adar ve hate pêşwazîkirin. Têkildarî armanca serdana Rojava Anna got: “Em hatin vir, da ku tiştên li Rojava li ser erdê pêk tên bibînin û dengê gelê Kurd li Rojava bigihînin cîhanê û mafên wan biparêzin.”













