Heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku ji bo hevdîtinê çûn Hewlêrê, bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Heyeta Rêveberiya Xweser ku ji Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve Îlham Ehmed, Fermandara Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl pêk dihat, piştî hevdîtina bi Nûnerê Amerîkayê yê Suriyeyê Tom Barrack re, bi Nêçîrvan Barzanî re civiyan.












