Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir. Piştî ku heyet serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê li Qamişloyê serdana navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir. Heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz, endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Îmam Taşçier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, dayika sştiyê Asya Tay, rêveberê Komeleya Hiqîqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê.
Hevserokên PYDê Perwîn Yusif û Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl, endamên Meclîsa PYDê Sema Bektaş, Silêman Ereb, Talat Yunis pêşwazî li heyetê kir. Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat.
Heyet piştî hevdîtina bi PYDê re serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî, Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Piştî hevdîtinan li ser naveroka hevdîtinan dê civînek çapemeniyê were lidarxistin.












