Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojava Hediye Abdullah diyar kir ku tevî wan bi saziyên navneteweyî re danûstandinê kiriye jî bêdengiya li ser dorpêça li Kobanê didome û got: “Rewşa Kobanê ya mirovahî pir giran e. Hemû cîhan çavê xwe ji vê rewşê re digire. Li dijî van sûcê şer, hedefgirtina xelkê tu deng dernaxin.”
Êriş û dorpêça li dijî Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî dorpêça li ser Kobanê berdewam dike. Li Kobanê jiyana xelkê di bin xetereyê de ye. Heta niha li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Li gor agahiyên herî dawî nexweşxaneya gurçikan a Kobanê bi girtinê re rû bi rû maye. Ji ber ku Tirkiye deriyê sînor ê Kobanê venake, rewş hin bêtir di xetereyê de ye.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojava Hediye Abdullah têkildarî rewşa dawî ya Kobanê û helwest û bêdengiya qada navneteweyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Li Kobanê rewş giran e’
Hediye Abdullah anî ziman ku tevî kareseta mirovî jî qada navneteweyî bêdeng e û got: “Rewşa Kobanê ya mirovî pirr giran e. Hemû cîhan çavê xwe ji vê rewşê re girtiye. Li dijî van sûcê şer û hedefgirtina xelkê bêdengî heye. Kehrebe, av û xwarin ji ser gel hatiye qutkirin. Weke Heyva Sor a Kurd bi qasî derfetên xwe em hewl didin xwe bigihînin gel û pêdiviyên gel dabîn bikin. Em ji bo gel xizmeta tenduristiyê dikin. Em ji saziyên neteweyî re û Xaça Sor a Navneteweyî û hemû saziyan re di nava danûstandinanan de ne me rewşa dawî ya mirovî ku li Kobanê diqewime, ragihand. Me hewl da ku alîkarî ji Heyva Sor a Kurd re were lê mixabin ev derfet bi dest me neket. Hin alîkarî li Helebe ji aliyê saziyên navneteweyî ve hat lê têrî dabînkirina pêdiviya welatiyan nekir. Gelek pêdiviyên welatiyan hene.”
‘Kelûpel têr nakin, qada navneteweyî bêdeng e’
Hediye Abdullah da zanîn ku ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û ji Şehbayê 10 hezar welatî koçberî Kobanê bûne û ew hewl didin pêdiviyên xelkê Kobanê û koçberan dabîn bikin lê kelûpelên heyî têr nakin. Hediye Abdullah ev yek anî ziman: “Ji ber sir û seqemê gelek nexweşî di nava welatiyan de belav bûye. Derman û kelûpelên heyî yên ji bo nexweşiyan têr nake. Nexweşiyên welatiyan girantir dibin. Herî dawî 5 zarokan jiyana xwe ji dest da. Ev rewşeke pir bi êş e lê tevî vê yekê jî saziyên navneteweyî bêdeng man. Gelên me yên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê berê xwe dan herêma Cizîrê jî em weke Heyva Sor a Kurd hewl didin pêdiviyên wan dabîn bikin. Welatiyên koçber bûne li bajarên Qamişlo, Tirbesiyê û Dêrikê jî hatine bicihkirin.”













