Heyva Sor a Kurdistanê li stargehên li Qamişloyê alîkarî gihande kes û malbatên xwedî pêwistî.
Xebatên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo malbatên di encama êrişên komên çete yên Tirkiyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de bi neçarî koçberî herêma Rêveberiya Xweser bûyîn, alîkarî belav kir. Beşek alîkariyên ji hêla sazî û dezgehên Kerkûkê ve hatibûn komkirin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê gihiştin Qamişloyê. Alîkariyên ji cil û bergan pêk dihat ji hêla xebatkarên saziyê ve li stargehên bajarê Qamîşlo li kes û malbatên xwedî pêwistî hatin belav kirin.













