Hat ragihandin ku komên çeteyan ên bi hemû cure çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin, ji Hêzên Ewlekariya taxê derbeyên giran xwarin.
Li gorî nûçeya ANHAyê komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk jî destek dide wan, bi tang û topan êrîşên xwe didomîn û hewl dan bikevin taxa Şêxmeqsûd.
Li hemberî êrîşan Hêzên Ewlekariya taxê bersivên tund didan. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Êrîş û pevçûn didomin.












